Rêxistina Ciwanên Partiya Karkeran a Swêdê ji bo Efrînê bang kir

Rêxistina Ciwanên Partiya Karkerên Sosyal û demokrat SSÛ ya ku şirîkê hikumetê ye dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê şermezar kir. SSÛ’yê bangî civaka navneteweyî kir ku bila ji bo Efrînê hewldanan bidin ber xwe.

Serokê Giştî yê SSÛ’yê Phîlîp Bostrom daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê li dijî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Bostrom got ku, “Bi sed hezaran mirovan ji neçarî axa xwe terikandine û 280 kesên sivîl hatine qetilkirin.”

Bostrom di daxuyaniyê de bal kişand ser vî tiştî ku êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got, “Divê êdî civaka navneteweyî êrîşên Erdogan şermezar bike û ji Tirkiyeyê hesab bixwazin.”