Li Luksembûrgê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li Luksembûrgê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate protesto kirin û bang li Ewropa hate kirin ku li dijî komkujiyan bêdeng nemîne.

Kurdistaniyên li Luksembûrgê dijîn li navenda garê li hev civiyan û heya li pêşiya Dîwana Edaletê ya Ewropayê meşiyan. Kurdistaniyan di meşê de wêneyên sivîlên ku di komkujiyên li Efrînê de hatibûn kuştin û alên YPG/YPJ’ê hildan.

 Kurdistaniyan li pêşiya Dîwana Edaletê ya Ewropa mîtîngek li dar xist. Li mîtîngê axaftin hatin kirin û hate gotin dagirkeriya Efrînê veguheriye komkujiyê û bi domdarî hate gotin; “Dewletên Ewropa bi çek dayînê û bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide komkujiyan. Ewropaya ku duh li dijî komkujiya Ermeniyan digot ‘agahiya me ji vê komkujiyê nîne’. Lê bêlê komkujiya ku îro bi ser Kurdan de tê kirin hemû cîhan temaşe dike. Em daxwaz dikin ku berî demekê li dijî komkujî û dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind bikin.”

DOSYAYA TÊKILDARÎ EFRÎNÊ HATE DAYÎN

Kurdistaniyan dosyaya ku amadekirî radestî berpirsên Diwana Edaletê kirin. Kurdistaniyên ku dosya radest kirin wiha gotin; “Ev dosya  qala komkujiyên li Efrîn û Kurdistanê dike. Em bi hêvî ne ku erka dikeve ser milê we hûnê pêk bînin.”