Beştaş: CPT jî bi qasî êşkencekarên li Îmraliyê berpirs e!

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş got piştî 2 salan CPT’yê derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê daxuyanî daye û ev jî tê maneya ku qebûl dikin êşkence berdewam dike. Beştaş xwest ku di cih de rêya Îmraliyê were vekirin.

CPT bi mebesta biçe li şertên ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binêre serdana Îmraliyê kiribû, lê piştî 2 salan daxuyanî da û ev bû sedema helwestan.

Parlamentera HDP’ê û Serekwekîla Koma HDP’ê, ya hiqûqnas Beştaş got CPT piştî êşkenceya ku ev 2 sal in berdewam dike daxuyanî daye û ev bêdengiya wê tê maneya erêkirinê. Beştaş got ji rewşeke neyênî ya li Îmraliyê CPT jî bi qasî êşkencekarên li Îmraliyê wê berpirs be û got divê zû rêya li Îmraliyê were vekirin.

‘BÊDENGÎ TÊ MANEYA ERÊKIRINÊ’

Komîteya Pêşîlêgirtina Tehde û Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) 28-29’ê Nîsanê serdana Girava Îmraliyê kir, piştî bi 2 salan rapora serdana xwe weşand. Serekwekîla Koma HDP’ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş helwest nîşan da. Beştaş got bi daxwaza ku rapor were eşkerekirin gelek caran pirsname dane Meclîsê, hikûmeta Tirkiyê asteng kiriye ku rapora Îmraliyê were eşkerekirin û got ev jî bi peymanekê bûye. Beştaş got CPT li Neteweyên Yekbûyî (NY) di mijara astengkirina pêşîlêgirtina êşkenceyê de organa herî rajor a venêranê ye û got ji bo vê jî ji êşkenceyên welatên ku ew serdana wan dikin berpirs e Beştaş got: ‘’ Her çendî hikûmetê destûr nedabe jî, CPT piştî du salan bi daxuyaniya ku dayî bi renge saziyê qebûl kiriye ku êşkence didome. Komîteya pêşîlêgirt a êşkenceyê bi bêdengiya li hemberî êşkenceyê tê maneya erêkirinê, ev rewş nayê qebûlkirin.’’

 ‘PEYWIRA WÊ NE EW E KU BIBE AMÛRA SIYASETÊ, ASTENGKIRINA ÊŞKENCEYÊ YE’

Beştaş got Peymana Pêşîlêgir a Êşkenceyê ya NY’yê divê toleransa êşkenceyê nede tu welatê alîgir û divê bi wê armancê be ku êşkence û miemeleya nebaş rake û got, li gorî hiqûqa navnetewî êşkence, ku sûcekî mirovahiyê ye, çi qas dem di ser re biçe jî sûc e. Beştaş wiha domand: ‘’Bi vê hêla xwe saziyên Ewropa jî di nav de, mekanîzmayên NY’yê jî di têkiliyên navnetewî de mixabin dibine xwedî helwesteke siyasî. Lê NY û CPT ya di bin banê wê de, bi ti rengî divê ji siyasetê re nebin amûr. Lê di ser Îmraliyê re ev were kirin û niha agahî ji Îmraliyê nayê standin. Birêz Ocalan ne dikare parêzerên xwe bibîne, ne malbata xwe û ne jî siyasetmedaran. Ev rewş ne li gorî hiqûqa navxwe ya Tirkiyê û ne jî ya navnetewî ye.’’

Beştaş got bi ti rengî ne normal e ku ji Îmraliyê agahî neye wergirtin û got, CPT ev 2 sal in li gel ku rewşê dizane jî rapor bi raya giştî re par ve nekir. Beştaş got, ‘’CPT wê ji hemû neyêniyên li Îmraliyê, êşkence û tehdeya nebaş e bi qasî yên ku pêk tînin berpirs e.’’

BAL KIŞANDE SER DEMÊ

Beştaş bal kişande ser dema eşkerekirina rapora CPT’yê û got, di demeke wiha de ye ku dagirkirina Efrînê û Şengalê di rojevê de ye û polîtîkayên hikûmetê roj bi roj hişktir dibin. Beştaş got, ‘’CPT dem li gorî çi eyar kir? Gelo di navbera wan û hikûmeta Tirk de peymaneke dî jî heye?’’ Beştaş got li Îmraliyê hê jî şertên tecrîda girankirî ya li Îmraliyê didomin û got parêzeran gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine û li gel ku li platforma navnetewî çalaki didomin jî tecrîd nehatiye rakirin.

 ‘DIVÊ RÊYA ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN’

Beştaş nirxandina Endamê Komîya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan , ‘’Ji bo ku berxwedaniya li Efrînê raweste şandiyeke şande Îmraliyê’’ jî şîrove kir û got,  divê ev rewş di demeke kurt de zelal bibe. Beştaş got HDP wê li ser tecrîda girankirî ya Îmraliyê û hem jî li ser mijara ku şande şandine wê rawestin û geşedanan bişopînin. Beştaş got beriya ku bi derengî bikeve divê malbat û parêzer biçine Îmraliyê û pirs zelal bibin û wiha got: ‘’Êdî ji bo vê mesele ti sînor nema. Divê rêya Îmraliyê di cih de vebe.’’