Çalakgerên greva birçîbûnê: NY hevkarê qirkirina Kurdan e

Greva birçîbûnê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî di 19’ê Adarê de dest pê kiribû, di roja 10’an de didome.

Çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin ku Neteweyên Yekbûyî ketiye bin bandora hêzên navnetewî û di qetilkirina Kurdan de bi israr e. Çalakgeran ragihandin ku divê li dijî bêdengiyê piştevaniya ji bo gelan xurtir bikin.

Di bin pêşengitya parlameterên HDP’ê û hevşaredaran de greva birçîbûnê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ku di 19’ê Adarê de dest pê kiribû, di roja 10’an de didome. Çalakgerên greva birçîbûnê ku ev 10 roj in li pêşiya NY daxwaz dikin ku NY li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bikeve nava tevgerê. Çalakgeran ragihandin ku divê NY bi bêdengiya xwe nebe hevkarê qetilkirina Kurdan.

SONDERGAARD: ÊRÎŞÊN BI SER GELÊ KURD NAYÊ QEBÛL KIRIN

Di roja 10’an a greva birçîbûnê de endamê İnter-parliamentary Union (Yekîtiya Navbera Parlamentoyên Navnetewî) û Parlamenterê Danîmarkayî Soren Sondergaard serdana çalakiya greva birçîbûnê kir. Sondergaard axivî û got ku “Dewleta Tirk di gelek aliyan de êrîşî gelê Kurd dike û divê ev êrîş bêne rawestandin. Pêkanînên antî-demokratîk ên hikûmeta Erdogan êdî nayê qebûlkirin. Ji ber bêhiqûqiya li Tirkiyeyê, bênavber em dewleta Tirk hişyar dikin lê ne di wê rewşê de ne ku bersiva rexneyên me jî bidin.”

ÇELÎK: NY BÊDENG E, LÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN

Hevberdevka HDK Ewropa Demir Çelîk jî got dewleta Tirk û çeteyên wê dixwaze Efrînê bike mekanê rêxistinên cîhadîst û got ku divê NY li dijî van bûyeran bêdeng nemîne. Çelîk wiha domand; “Em baş dizanin ku NY îro li gorî hebûna xwe tevgeran nake. Li gorî berjewendiyên hêzên navnetewî tevdigere. Li dijî vê em gel ti caran em ê bêdeng nemînin û li her qadê bi çalakî û berxwedana xwe polîtiayên van hêzan pûç bikin. Her çiqas gelê me berxwedanê geştir bike wê Efrîn azad bibe.”

SARIYILDIZ: DIVÊ EM BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN

Çalakgerê greva birçîbûnê û Parlamenterê Şirnexê  yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî axivî û got ‘NY û hêzên navnetewî bi bêdengiya xwe destûra dagirkeriya Tirk didin. Îro weke gel li pêşiya me hem gelek firsendên mezin û metirsiyên mezin heye. Ger em li ber xwe bidin em ê van metirsiyan pûç bikin û fersendan mezin wê ji bo me çêbibin. Ji bo vê jî divê em li her qadê di nava gelan de piştevaniyê xurtir bikin û berxwedanê geştir bikin.”