Parlementerê Iraqî: Erdoğan bersiveke tund heq dike!

Parlementerê Koalîsyona Dewletê ya Iraqê Mensûr Bûeycî got, “Erdoğan û DAÎŞ dizên neqebekê ne.”

Parlementerê Koalîsyona Dewletê ya Iraqê Mensûr Bûeycî, rexneyên tund li serokkomarê Tirkiyeyê Erdoğan kir.

Parlementer Bûeycî got ku, “Erdoğan ki zimanê dîplomasiyê fêm nake, heke ew ji kîjan zimanî fêm dike, divê mirov bi wî awayî bersivê bide wî.”

Parlementerê Koalîsyona Dewletê ya Iraqê Mensûr Bûeycî îro têkildarî gefên dewleta Tirk a li ser Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Mensûr Bûeycî di daxuyaniyê de got ku, “Dewleta Tirk çawa nêzî me dibe, divê helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî dewleta Tirk jî wisa be. Erdoğan ji zimanê dîplomasiyê fêm nake. Ji ber ku Erdoğan tenê ji zimanê şîddetê fêm dike. Erdoğan xeyalên împaratoriya Osmaniyan dike, dixwaze herêmê bi dest bixe û hewl dide ji kêşeyên welatên cîran sûdê werbigire.

Divê têkiliyên bi dewleta Tirk wekî têkiliyên bi dewleteke êrîşkar tê dayîn, were nirxandin. Ferqa êrîşên dewleta Tirk ji êrîşên DAÎŞ’ê tune. Em bi rêyên hewayî û bejahî dikarin her cure bersivê bidin Erdoğan.

Divê Erdoğan baş bi vî tiştî bizanibe, em ê tu carî destûrê nedin ku Erdoğan mudaxeleyî axa me bike. Çawa ku me li hemberî DAÎŞ’ê Iraq parast, em ê li hemberî êrîşên we jî xwe biparêzin. Ji ber ku Erdoğan û DAÎŞ heman tişt in, dizên neqebekê ne.”