NAV-DEM: Em biçine komeleya xwe ya Hannoverê
NAV-DEM'ê ji ber ku bi ser komeleya wan a Hannoverê de girtin helwest nîşan da û bang li gel kir ku biçine kolana ku komele lê ye.
NAV-DEM'ê ji ber ku bi ser komeleya wan a Hannoverê de girtin helwest nîşan da û bang li gel kir ku biçine kolana ku komele lê ye.
NAV-DEM'ê ji ber ku polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd a Hannoverê de girt daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro bi tevlêbûna 50 polîsî bi ser komeleya NAV-DEM'ê de ya Hannoverê de girtine û hê jî lêgerîn dewam dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev serdegirtin nîşan dide ku dewleta Tirk û lobiya Tirk li Hannoverê ketiye nava polîsan. Heta niha gelek caran kirinên gavên dij zagonî li dijî komeleya me ya Hannoverê avêtine. Ti sedema zagonî ya vê operasyonê tine."
BANG
NAV-DEM'ê bang li gel kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin, ji bo ku xwedî li komeleya xwe derkevin biçine adresa Konigswortherstr. 2." Hate diyarkirin ku di demeke kurt de wê bi komeleyên dost û koçberan daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar bidin.