Ji pêşiya NY’yê qîr dikin: Jin wê li ber xwe bide, Efrînê azad bikin!

Jinên ku li pêşiy NY’yê di greva birçîbûnê de ne bang li NY’yê kir ku bi erka xwe rabe, li aliyê din banga xurtkirina berxwedanê jî kirin.

Jinên ku li hember bêdeniya NY’yê û hêzên navneteweyî ya ji bo daxwazên gelê Efrîn nerazîbûnên tund nîşan dan peyama: “Dema mijar dibe Kurd em kesên ku 3 meymûniyê dilîzin bila baş bizanin ku; em bi berxwedanê hetine van rojan. Ji niha û şûnde jî em ê li ber xwe bidin û serbikevin.”dan

Çalakiya greva birçîbûnê ya 19’ê Adarê di pêşengtiya parlemeterên HDP’ê û hevşaredaran ve ji bo Efrînê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn destpêkirin di roja 18’an de, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd Ewropa (TJK-E) de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi tevlîbûna 40 jinên ji welatên cuda yên Ewropayê hatîn ve li konê li pêşiya NY’yê hatî vedan ve dewam dike, di tevahiya rojê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan tên ziyareta wan û peyamên xwe yên piştgiriyê didin.

Çalakvan di roja 18’an de jî bi pankar û axaftinên dikin, polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê kifş dike û bal kişand ku eger NY’yê erka xwe ji bîr bike bê ka wê çawa bibe parçeyek ji dagirkirinê, bibîr dixin.

Di tevahiya rojê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan diçin serdana çalakvanan. Di axaftin û peyamên li vir tên dayîn de rastiya dewleta Tirk a dagirker tên vegotin. Ev jî dibe sedem ku gel rastiya dewleta Tirk a dagirker bizane. Her wiha belavokên di tevahiya rojê de jî tên belavkirin bal dikişînin ser bûyerên li Efrînê diqewimin. Tê diyarkirin ku gelê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistî îro li dijî êrîşên dewleta Tirk çawa ku tenê hatiye hiştin.

Di nava kesên îro serdana çalakvanan kir de Parlemeter HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konça, Hevseroka Yekîtiya Sûriyanên Ewropa Hulya Gabrîel û Berdevka Yekîtiya Jinên Sûryan Shîmûrî Aras jî hebû.

KONCA: ÊDÎ TU KES NIKARE KURDAN JI RÊYA WAN A AZADIYÊ VEGERÎNE

Parlemetera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konça, bi silavkirina berxwedana jinan dest bi axaftinê kir û got: “Îro jinên Kurdi li navenda kapitalîst û emperyalîstan, qîrkirinên li Efrînê tên kirin bi berdewamî qîr dike. Êdî hemû cîhan û bi ti awayî nikare Kurdan ji doza wan a azadiyê vegerîne. Berxwedana îro li vê tê kirin mînaka herî şênber e.”

‘EFRÎN WÊ Bİ BERXWEDANA JINÊ AZAD BİBE’

Gonca got, NY, Konseya Ewropa, CPT û gelek saziyên din bi helwesta xwe ya bêdengmayînê bûne parçeyek ji polîtîkaya li hemberî Kurdan tê meşandin. Bang li van saziyan kir ku nebin hevparê qetlîama Kurdan. Gonca ya ku berxwedana jinên Kurd bibîr xist wiha destnîşan kir: “Heta reng û berxwedana jinê nebe, demokrasî û azadî jî nabe. Jinên Kurd bi berxwedana xwe bûne weke sembola azadî û demokrasiyê. Çawa Kobanê bi reng û berxwedana jinê azad bûye, wê Efrîn jî bi berxwedana jinê azad bibe”

ARSAN: EFRÎN A EFRÎNIYANE

Berdevkê Yekîtiya Jinên Sûryanî ya Ewropa Shîmûrî Arsan a ku dîsa di gireva birçîbûnê de jî bi Suryanî axivî. Di axaftina xwe de berxwedana Efrînê silav kir û anî ziman ku heta dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê dernekevin wê berxwedana xwe berdewam bikin. Arsan a ku bang li hêzên navneteweyî û NY’ê kir ku ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê got: “Efrîn ya Efrîniyane. Em ti caran bi cih kirina çetayan li wir napejirînîn.”