Tecrîd û dagirkirina Efrînê li Torînoyê hatin şermezarkirin
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û tecrîda li ser Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û tecrîda li ser Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê dijberên şer ên Îtalyayî ve hate organîzekirin, li Piazza Castello pêk hat.
Kurd jî bi xurtî tevlî çalakiyê bûn û bêdengiya li pêşberî êrîşan hate şermezarkirin.
Dozgera teqawît a Ceza ya Sûlhê ya Torîno Laura Schrader Feraro di çalakiyê de axivî, işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir.
Di dawiya çalakiyê de dirûşmên "Bijî Efrîn", "Bijî YPG/YPJ", "Efrîn bajarê me ye, azadiya me ye" hatin qîrîn.