Tirkiye li Başûrê Kurdistanê dixwaze êrişeke dagirkeriyê bide destpêkirin. Beriya dagirkeriyeke bi vî rengî, ji bo ku hêzên siyasî yên Başûr û Tevgera Azadiyê ya Kurd bîne hemberî hev, deverên şên ên sivîl lê bombe dike; sivîlan qetil dike. Zirar û ziyanê dike li bax, baxçe û malên gundiyan. Balafir ji jêr ve difirin û bi dengê xwe yê zêde zarokan ditirsînin û wan trawmatîze dikin. Bi heman rengî ev dengên ku jinên ducanî jî aciz dike, psîkolojiya wan xira dike, li ser deverên şên têne daimîkirin. Ev hemû, ji bo wê yekê ne ku tesîra Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser civaka Başûrê Kurdistanê bê kêmkirin. Bi van êrişan re, rêveberiya Başûr zext li gundiyan kiriye da ku ew jî zextê li PKK´ê bikin ji bo ku ji deverê vekişe; heger vê nekin jî gefa, em ê mamosteyan neşînin, dibistanên we bigirin, li wan xwariye.
Êrişa li dijî deverên şên ên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê, encama siyaseta dijminê Kurd a desthilatdariya AKP-MHP´yê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê dema DAIŞ´ê êrişî Kobanê kir, dema ku di navbera hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ji ber referandûm û Kerkûkê krîzê da der, xisleta xwe ya dijminê Kurd nîşan dabû. Li Rojava, eşkere dijminatiya li dijî Kurdan hatibû kirin. Gotin, em ê destûrê nedin korîdora Kurdan, pêşî bi destûra Rûsyayê Cerablûs, paşê jî êrişa dagirkeriya Efrînê bi rê ve birin. Şefê desthilata faşîst a AKP-MHP´ê timî Kurdan weke hedef nîşan dide. Dema vê dike demagojiya, ez li dijî terorîzmê têdikoşim, û argumanên şerê psîkolojîk bi kar tîne. Li Başûr qetilkirina sivîlan jî bi vî mentiqî ye. Mentiqê li Efrînê sivîl kuştin û yê êrişên li Balayan a Qendîlê ên ji bo kuştina sivîlan heman tişt in.
Hin siyasetvanên ji Başûr, weke ku bi mentiqê mêhtingerên qirrker nizanibin, gotin, "behaneyên deweta Tirk hene", van êrişan rewa dikin. Helwesteke bi vî rengî, rewakirina hemû êrişên wan mêhtingerên qirrker e, ew ên ku ev sed sal e, dixwazin Kurdan li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava qirr bikin. Ji ber ku hemû êriş bi behaneyekê hatine kirin. Sedam bajarê Helebce bi îdîaya hevkariya bi Îranê re bi sîlehên kîmyewî bombe kir. Ew ê ku cêr çêkirine, çembil jî pê ve kirine, ango ew kesê sûcekî bike helbet hincet û behaneyên xwe jî amade kirine. Tevahiya mêhtingerên qirrker, ji êrişên xwe re hincetan peyde dikin. Li Bakur, Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hevalên wî li Dêrsimê ma bi kîjan hincetê hatin bidarvekirin? Bi dehhezaran jin, zarok û kalûpîr ma nehatin qetilkirin? Li gorî wan, ev serhildêrên şakî bûn. Ev şakîtî hingê weke peyva terorîzmê ya îro bû. Gelo, dema faşîzma AKP-MHP´ê bibêje em van êrişan ji bo vê yekê dikin, dibe ku siyasetvanên Kurd bibêjin hincetên van êrişan hene û wan rewa bikin? Gelo ti ravekirina vê yekê heye ku siyasetvanê Kurd wiha bipeyivin?
Armanca dewleta Tirk Kurd hemû ne. Lê belê, tenê heger niha hemû Kurdan hedef bigire, ev siyaseta wê wê pûç bibe. Ji ber vê yekê dibêje, ez bi tenê li dijî PKK´ê me, li dijî Kurdê Apo me û bi vê armanca wê ew e ku hin Kurdan yekser yan jî neyekser ji siyaseta xwe ya qirrkirinê re bike destik. Lê belê êdî ev maske ji ser rûyê wî ketiye. Helwesta AKP´ê ya di dema referandûma Başûr û dagirkirina Kerkûkê de rastî bi awayekî zelal darîçav kirin. Nedîtina vê, ji bo siberoja Kurdan wê rewşeke trajîk derxe holê. Çawa dibe ku bê jibîrkirin ku hîna beriya bi 6-7 mehan artêşa Tirk û ya Iraqê bi hev re tetbîqateke hevpar li Silopiyê kirin?
Ti hinceta êrişên dewleta Tirk nîne. Heger wê ji bo van êrişan li hincetekê bê gerîn, ew jî dijminatiya li dijî Kurdan e. Di dema şerê sar de, Tirkiye û PDK di heman bereyê de bûn û peywendiyên wan hebûn; mirov rabe van peywendiyan îro jî dewam bike, ev ê bibe şaşiyek. Hingê jî şaşî bû, lê di rewşa halê hazir de, ev ê bibe tiştekî ji şaşiyê û wê de. Di vê rewşê de ku Şerê Cihanê yê Sêyemîn dewam dike, pêdiviya Kurdan bi helwêsteke nû ya stratejîk û siyasî heye. Esasên wê jî divê bibin; yekîtiya di navbera Kurdan de û hedefa demokratîkkirina Rojhilata Navîn. Misogeriya jiyana azad û demokratîk a Kurdan bi van herdu helwestên sereke dikare pêk were. Têkiliya di navbera dewletan de û desteka ji hin dewletan bê girtin, bi tenê di peywenda vê stratejî û siyaseta esasî de dikare manedar be. Ji bo dewamkirina têkiliyên baş bi dewleta Tirk re, mirov rabe êrişên PKK´ê ji xwe re dikin hincet rewa bibîne, ev ê ti mafê bi dest Kurdan ve nemîne. Ev ê bibe, nedîtina rastiya dinya û Rojhilata Navîn. Yan jî wê bibe siyaseta bi elimandin û fêrbûna bi dehan salan, ku ev jî bi rewşa îro ya siyasî re li hev nake, nakok e. Nexasim jî dema ku mirov neyekser jî be, xizmeta siyasetên hêzeke mîna dewleta Tirk bike ya ku dixwaze statukoya di sedsala 20´an de pêkhatî biparêze, ev ê ti xêrê li Kurdistanê û ti beş û derdora Kurd neke.
Dewleta Tirk dixwaze di şertûmercên nû de nîzama Rojhilata Navîn a sedsala 20´an a ku xwe disipêre qirrkirina Kurdan, dewam bike. Statuko û zêhniyeta sedsala 20´an ne ku tenê zirar li Kurdên Bakur kiriye, wê zirar li Kurdan hemûyan kiriye. Di demekê de ku statuko û hevsengiyên berê dirûxin, û statuko û hevsengiyên nû wê lê peyde bibin, Dewleta Tirk dixwaze pêşiyê li Kurdan bigire ku ji vê rewşê sûdê wergirin. Armanca hemû êrişan ev e. Ji ber ku PKK niha hêza xwedî tesîr a Kurdan e, ji ber ku fikrên Rêber Apo bi tesîr in, dewleta Tirk û dijminên Kurdan PKK ji xwe re kirine hedefa li pêş. Bila şik û gumana kesê ji wê yekê nebe, ew ê dorê bigihênin destketiyên Başûrê Kurdistanê jî. Maneya gotina "Şaşîtiya me li Bakurê Iraqê kir, em ê li Bakurê Sûriyê nekin" ev e. Dema ku şertûmerc ji bo wan li hev hatin, ew ê "şaşîtiya li Bakurê Iraqê kirî" sererast bikin. Ya rastî wan ev "şaşî" ji ber hebûna PKK´ê kir. Heger PKK bê tesfiyekirin, sedema kirina vê "şaşiyê" jî wê ji holê rabe û ji bo sererastkirina vê şaşiyê ew ê çi lazim be bikin.
Zêhniyeta êrişî Balayanê, Qendîlê dike ev e. Hinceta êrişê dijminatiya li dijî Kurdan e û armanca wê jî qirrkirina Kurdan e. Ji bo ku mirov vê nebîne, divê çav kor bin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA