Serdegirtina li ser komeleya Kurd a Hannoverê wê bê protestokirin

Serdegirtina Komeleya Çanda Kurd a li bajarê Hannover a ji aliyê dewleta Elman ve wê di saet 19:00’an ê şevê de bi çalakiyekê bê protestokirin.

KCDK-E û NAV-DEM a têkildarî çalakiyê bang kir, wiha got: “Ji bo serdegirtina komeleya me ya li Hannoverê ya ji aliyê dewleta Elman ve û şermezarkirina polîtîkayên dijminahiya li dijî Kurdan a Elmanya îşev saet 19:00’an, diyar kir ku li pêşiya HBF a Hannoverê kom dibîn û heta pêşiya Wezareta Karê Hundir meşekê lidar dixin.”

KCDK-E û NAV-DEM, her wiha bang li Kurdistanî û dostên xwe yên li Celle, Hîldesheîm, Sazgîtter, Peîne, Lehte, Nîenbûrg dijîn kir ku tevlî meşê bibin.

Îro di saetên sibehê de polîsên Elman, avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannover (NAV-DEM) a li ser Rêya Konîgsworther a Hannoverê.

Nûçeya têkildarî mijarê: