Pentagon: Misyona me ya li Sûriyeyê neguherî ye
Wezareta Parastinê ya DYA'yê diyar kir ku misyona wan a leşkerî ya li Sûriyeyê neguherî ye û yekîneyên wan wê li wir bin.
Wezareta Parastinê ya DYA'yê diyar kir ku misyona wan a leşkerî ya li Sûriyeyê neguherî ye û yekîneyên wan wê li wir bin.
Berdevka Pentagonê Dana Whîte got, "Pozîsyona me ya li Sûriyê têkbirina koma Dewleta Îslamê ye" û lê zêde kir, "ev misyona me neguherî ye."
Serokdewletê DYA'yê Donald Trûmp Sêşemê bi daxuyaniyekê, berevajî daxuyaniyên general û şêwirmendê xwe gotibû ew ê ji Sûriyê vekişin. Qesra Spî diyar kiribû ku misyona leşkerî ya têkbirina DAÎŞ’ê bi dawî bûye lê li ser vekişandinê ti dîrokek diyar nekiribû.
STRATEJIYA LEŞKERÎ NEGUHERÎ YE
Yek ji berdevkê din ê Pentagonê Kenneth Mckenzîe jî gotibû stratejiya leşkerî ya li Sûriyê neguheriye.
Mckenzîe got, "Her car, me got li dijî koma Dewleta Îslamê dema ku em gihaştin armanca xwe, em ê asta xwe ya li qadê ji nû ve eyar bikin. Bi vê maneyê hê tiştek neguheriye."