Koma Meclîsa Federal a Partiya Çepgir bi mebesta ku hikûmet bersivê bide, pirsnameyek da. Di pirsnameyê de li ser desteka mizgeftên Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Diyanetê (DÎTÎB) ya li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê hate pirsin.
Hikûmeta Elman di bersivê de got ew jê tengezar in ku Tirkiye hêza xwe ya siyasî li ser mizgeftên li Elmanya bi kar tîne. Di bersivê de ‘endîşe’yên ji desteka mizgeftan a ji bo operasyona dagirkeriyê hate diyarkirin û hate gotin, ‘’Hikûmeta Federal li dij e ku melayên mizgeftên DÎTÎB’ê tevlî peywirên ji xizmetê dînî werin kirin.’’
Hikûmetê di bersivê de her wiha got, ‘’Ti agahî nehatiye dîtin ku Tirkiye hevkariyê bi komên terorîst re dike ku ew din av lîsteyên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de bi terorîstî têne qebûlkirin.’’
HIKÛMETA MERKEL ÇI VEDIŞÊRE?
Li gorî nûçeya saziya çapemeniyê ya Elman DW’yê hikûmeta federal bi hinceta ku têkildarî ‘berjewendiyên dewletê’ ne, bi şertê veşartinê bersiv da hin pirsên di pirsnameyê de. Di daxuyaniyê de hate gotin hin kitekitên navborî dibe ku ziyanê bide serwîsa îstîxbarî ya derve BND’ê û bersivên ku bi rengekî ‘taybet’ û ‘veşartî’ dan, tenê ji hêla endamê meclîsê yên rayedar dikarin bibînin.
Li gorî DW’yê di nav wan pirsan de ku divê veşartî bimînin yek jê ew e bê ka Tirkiye û rêxistina çete ya bi navê ‘OSO’ bi hev re tevdigerin an na. Hikûmetê red kir bi rengekî vekirî bersivê bide pirsa, ‘’Çi agahî di dest de hene ku Tirkiye bi komên terorîst ên nêzî El Qaîde re hevkariyê dike.’’
Elmanya beriya niha gelek belge bi dest xistibûn ku li mizgeftên Tirkan xebatên sîxûriyê têne kirin û hin tevdîr jî standibûn. Lê dîsa jî têkiliyên leşkerî, dîplomatîk, îstîxbarî û bazirganî yên Berlîn û Enqerê dom kiribûn. Nerehetiyên ku hikûmet diyar dike, bi pratîkê de tiştekî naguherîne.