Dergeha Elewî ya OWL Bîelefeldê alîkarî da Efrînê

Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo sed hezaran welatiyên Efrînê yên ji ber êrîş û hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê neçar manbûn li Herêma Şehbayê bi cih bibin, Dergeha Elewî ya OWL Bîelefeld jî destê alîkariyê dirêj kir.

Rêveber û endamên Dergeha Elewî ya OWL Bîelefeld a ku xebatên xwe li Elmanyayê bi rê ve dibe, 6 hezar Eûro ber hev kirin û ji bo ji gelê Efrînê re bê şandin radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.

Rêveberên Dergehê bibîr xistin ku li hember kirîza mirovî ya li herêmê wê bêdeng nemînin û wê alîkariya ji bo kampanyayê bidomînin. Her wiha rêveberên Dergahê bang li hemû beşan kir ku hê bi hestyartir tev bigerin.

840 HEZAR EÛRO HATIYE ŞANDIN

Li ser navê Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê Mûrat Vargûn, spasdariyên xwe pêşkêşî rêveber û endamên Dergeha Elewî OWL Bîelefeldê kir. Vargûn bibîr xist ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo gelê Efrînê heta niha 840 hezar Eûro berhev kirine û şandine, her wiha li gel vê jî alîkariyên xwarin û vexwarin û pêwîstiyên jiyanî jî ji bo gelê Efrînê berhev kirine û şandine.

‘HÊ XURTIR TEVLÎ KAMPANYAYÊ BIBIN’

Vargûn di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Bang li hemû Kurdistan û dostên xwe dikin ku girêdanbûn û alîkariya xwe yên heta niha ji bo Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê kiribûn hê zêdetir piştgirî bidin kampanyayê û weke erkekî mirovî nêzîk bibin. Bi heman nêzîkatiyê ji bo gelê Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane koçî Herêma Şehbayê bibin, bidin nîşandan û bi hemû derfetên xwe destê xwe yên alîkariyê dirêj bikin.”

Ji bo tevlîbûna kampanyê dikarin li ser vê lînkê agahiyan bigirin:

http://www.heyvasor.com/tr/ji-bo-efrine-besdari-kampanyaya-mezin-a-neteweyi-bibin/