Li Gavle, Goteborg û Malmoyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Gavle, Goteborg û Malmoyê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Gavle, Goteborg û Malmoyê hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya Gavleyê li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Gavleyê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokê NCDK’a Gavleyê Mîrza Behram diyar kir ku felsefeya rêzdar Ocalan ji gelên bindest û ji bo Rojava bûye îlhama jiyaneke demokratîk û wekhev.
Hevseroka NCDK’ê Mûazzez Batte jî qala girîngiya rêzdar Ocalan a ji bo jinên Kurd kir û bang kir ku divê hemû Kurdistanî û dostên wan ji azadiya Ocalan têkoşînê geştir bikin.
GOTEBORG Û MALMO
Li Goteborg û Malmoyê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna rêzdar Ocalan hate temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê dikin û divê gelê Kurd û dostên wan hevgirtina ji bo Efrînê geştir bikin.
Di pîrozbahiya li Goteborgê de li ser navê Ciwanên Azad Eylem Batak axivî û got, “Gelê ku rêberê wî ne azad be, ew gel jî azad nabe. Ji bo azadiya xwe, em ê Rêber Apo azad bikin.”