Girtiyê siyasî yê nexweş Şahîn di nava lepên mirinê de ye
Girtiyê siyasî yê nexweşê Lenfomayê Cemal Şahîn, li Girtîgeha Şakranê ku lê hatibû sirgûnkirin di nava lepên mirinê de hatiye hiştin.
Girtiyê siyasî yê nexweşê Lenfomayê Cemal Şahîn, li Girtîgeha Şakranê ku lê hatibû sirgûnkirin di nava lepên mirinê de hatiye hiştin.
Girtiyên nexweş ên li girtîgehan nayên dermankirin, di nava lepên mirinê de têne hiştin. yek ji van girtiyan jî Cemal Şahîn e ku bi nexweşiya lenfoma (kansera lenf) ye. Li Girtîgeha Şakranê roj bi roj dihele. Hevsera Şahîn Dûdû Şahîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hevserê wê bêyî ku zanibe bi çi tê sûcdarkirin 7 meh in girtî ye û nayê dermankirin. Şahîn anî ziman ku hevserê wê di demekê de ku li Nexweşxaneya Fakkulteya Tipê ya Çapa tedawiya kanserê didît hate destgîrkirin û girtin û ji hingî ve tehde li wan tê kirin.
'LI EMNIYETÊ ÊŞKENCE LÊ HATE KIRIN'
Şahîn diyar kir ku 4'ê Cotmeha 2017'an tîmên taybet ên ku rûyê wan bi maske girtî bûn û çekên giran bi wan re bûn avêtin ser mala wan û tevî ku hevserê wê ji wan re gotiye ku ew nexweşê lenfoma ye, polîsan ew bi lêdanê birine.
Dûdû Şahîn ragihand ku gurçika aliyê çepê ya hevserê wê nîne û ji ber nexweşiya xwe, lenfên wî yên qirikê dinepixe, lewma bi zorê diaxive. Şahîn diyar kir ku hevserê wê 8 rojan li emniyetê hate hiştin û êşkence lê hate kirin, dermanên wî jê re nehatin dayin. Şahîn da xuyakirin ku bi îfadeyên îtirafkarekî bi navê Berk Ercan ku hevserê wê qet wî nas nake, hevserê wê hatiye girtin.
JI 86 KÎLOYÎ DAKET 75 KÎLOYAN
Şahîn anî ziman ku hevserê wê ji Girtîgeha Metrîsê birin ya Sîlîvriyê û piştî hefteyekê jî bêyî agahiyê bidin wan sirgûnî Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Şakranê hatiye kirin. Dûdû Şahîn got, "Tevî kanserê, nexweşiya hepatît B jî li hevserê min rû da. Roj bi roj dihele. Ji 86 kîloyî daket 75 kîloyan. Û li her devera bedena wî birîn der bûne. Lê hê jî gilînameyek der barê wî de nehatiye amadekirin. Tevî ku rapora wî heye û tê de tê nivîsandin ku ji Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Çapa nexweşê lenfoma ye û divê bê dermankirin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturk a Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê nehatiye dermankirin û heyetek li wê derê rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' daye wî."
LI PÊŞ ÇAVÊN HER KESÎ TÊ KUŞTIN
Dûdû Şahîn diyar kir ku ji bo hevserê wê bi lezgînî bînin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Çapa û bê dermankirin, ji Wezareta Edaletê heta Dozgeriya Komarê wan serî li gelek cihan dane û got, "Li pêş çavên her kesî hevserê min di nava lepên mirinê de tê hiştin. Lê kesek guh nade hawara me. Bêyî ku dereng bibe divê Cemal bê berdan. Eger bernadin jî bila sewqî girtîgeheke nêzî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Çapa bikin ku karibe tedawiya wî bidome."