Tecrîda li ser Ocalan li Adigeyê hate şermezarkirin

Kurdên li Adigeyê dijîn, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn tecrîda li ser Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kirin.

Çalakiya ku ji aliyê Otonomiya Kurd a Adigeyê ve hate organîzekirin li ber Navenda Çanda Kurd a Adigeyê pêk hat. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê li Rûsyayê Feyzo Huseyin li qada çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze îradeya Kurdan bişikîne. Tecrîda ku niha li girava Îmraliyê heye, li devereke din a cîhanê nîne. Lê belê hêzên navneteweyî vê kiryara li derveyî mirovahiyê ji nedîtî ve tên. Gelê Kurd ji bo şikandina tecrîdê wê têkoşîna xwe geş bike û tecrîda li Îmraliyê rake."

Di dewama axaftina xwe de Huseyin işaret bi dagirkirina Efrînê kir û anî ziman ku vê yekê dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan. Huseyin got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd bi têkoşîna xwe ya mafdar heta niha hemû rejîmên faşîst hilweşand. Wê Erdogan û rejîma wî ya dîktator jî hilweşe."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.