Li Elmanya zext û zordariyên li ser Kurdan ne kêmî yên dewleta Tirk û AKP’ê ne. Dewleta Elman ku ling daye polîtîkayên krîmînalîzekirinê, li girtîgehan zexta li ser Kurdan zêdetir kir.
Girtiyê bi navê Celalettîn Elceoglu sê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji parastinan pêk dihatin û pirtûka bi navê ‘Seher’ a Selahattîn Demîrtaş xwest lê rêveberiya Girtîgeha Mannheîmê destûr neda ku pirtûk bikevin hundir. Celalettîn Elceoglu bi nameyeke ku ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re şandî sansUr û derhiqûqiya li girtîgehê da bihîstîn.
Elceoglu di nameya xwe de diyar kir bi hinceta ku her sê pirtûk ên Ocalan in û Ocalan lîderê PKK’ê ye û PKK li Elmanya qedexe ye nehiştine ku pirtûk bikevine hundir. Rêveberiya girtîgegê her wiha gotiye ku pirtûkan bistînin, ev ê ‘rageşiya di navbeyna Kurdan û Tirkan de a li girtîgehê zêdetir bike’. Elceoglu got pirtûka Şemdî Sakik ê lixwemikurhatî li girtîgehê heye û helwesta xwe ya li dijî vê rewşê diyar kir.
Elceoglu her wiha di nameya xwe de diyar kir ku bi hinceta ‘naveroka siyasî’ pirtûka Selahattîn Demîrtaş a bi navê ‘Seher’ nedane. Rêveberiya Girtîgehê ya Mannhemîmê her wiha gotiye, Demîrtaş muxalîfê Serokkomarê Tirk Erdogan e, rêveberê HDP’ê ye û di girtîgehê de ye.
‘WÊ ZEXTÊ LI MIN BIKIN’
Celalettîn Elceoglu got ji ber ku polîtîkayên rêveberiya girtîgehê deşifre kiriye wê zextê lê bikin û wiha got: ‘’Di dest min de belgeyên rêveberiya girtîgehê hene. Dema ku ev belge di çapemeniyê de xuya bikin wê bi ser min de werin û zêde zextê li min bikin. Li gel vê jî vê nameyê ji we re dinivîsim.’’
Elceoglu derbarê mijarê ji Partiya Çepgir a Elmanya û ji Partiya Keskan, ku li eyaleta Baden Wurttembergê hevkarê desthilatdariyê ye, xwest ku li ser van polîtîka û zextan bihistyar bin û mijarê bibin parlamentoyê. Elceoglu her wiha xwestiye ku şandeyek were girtîgehê li ser mijarê bi wî re û rêveberiya girtîgehê re hev bibîne.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA