Polîs alavên NAV-DEM’ê desteser dike
Serdegirtina polîsan a li ser NAV-DEM’ê ya li Hannoverê didome. Polîs ala, pirtûk û komputerên li komeleyê desteser dikin.
Serdegirtina polîsan a li ser NAV-DEM’ê ya li Hannoverê didome. Polîs ala, pirtûk û komputerên li komeleyê desteser dikin.
Vê sibehê polîsên Elmanyayê girtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê. Bi saetan e, li komeleyê lêgerîna polîsan didome û destûr nayê dayîn ku gel têkeve hundir.
Polîsan dest danîn ser pirtûk, komputer, ala û flamayên YPG, YPJ û motîfên Kurdan û ev tişt birin navenda polîsan.
Kurdistaniyên li Hannover û derdora wê dijîn jî, li pêşiya komeleyê kom bûn û vê serdegirtinê protesto dikin.