‘Çareserî pradîgmaya Ocalan e’

Li Nisêbînê bi boneya rojbûna Ocalan panelek hate lidarxistin. Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan anî ziman ku çareserî bi pradîgmaya Ocalan dibe û banga “Xwedî li Rêbertiya xwe derkevîn.” Kir.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocallan panelek hate lidarxistin. Di panelê de li gel rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajar û gel, Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî amade bû.

Di destpêka panelê de Hevserokê HDP’ê yê navçeya Nisêbînê Ferhat Kût axivî û bibîr xist ku bi xwedîderketina li Ocalan wê tecrîd bê hilweşandin.

Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir ku li gel tecrîda li ser Ocalan re kirîzên mirovî û siyasî derketiye û anî ziman ku çareserî enceeq bi pradîgmaya azadiya jinê, demokrasî û ekolojî ya ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin ve dibe.

 ‘XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE DERKEVÎN, HOVÎTIYÊ HILWEŞÎNIN’

Atalan destnîşan kir ku bi pradîgmaya Ocalan jiyan ji nû ve tê avakirin û got: “Ji bo vê hê zêdetir bi wate û bidin jîyîn xebat dikin. Eger di doza xwe de xwedî li Rêbertiya xwe derkevîn, em ê li dijî hovîtiya dewleta Tirk, êrîşên li Efrînê û tecrîdê bibin bersivek xurt. Eger em vê bibin em ê bibin dengê Efrîn, Kobanê, Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Geverê.”

Panel bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.