Parlementerê Fransayê: Em bi berxwedêrên Kurd re ne

Duh li parlementoya Fransayê civîneke komîsyonê hate lidarxistin û sefîrê Tirkiyeyê jî tevlî vê civînê bûn. Di civînê de rexneyên giran li dewleta Tirk hate kirin. Parlementerekî Partiya Komunîst qala ‘barbarî’ û ‘paqijiya etnîk’ kir.

Civîna komîsyonê di 3’ê Nîsanê de pêk hat. Îsmaîl Hakki Mûsa yê ku berpirsekî kevn ê MÎT’ê bû û niha jî sefîrê Parîsê ye jî tevlî civînê bû. Di civînê de parlementerê Partiya Komunîst Jean-Paûl Lecoq sûcên dewleta Tirk bi bîr anî. Lecoq li ser malpera xwe ya facebookê got: “Min hemû sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û zextên li ser HDP’ê anî bîra wan.”

WE DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN BIN PÊ KIRIN

Lecoq dîmenên axaftina xwe xwe jî belav kir. Lecoq di axaftina xwe de dibêje ku, “Ez dixwazim qala helwesta raya giştî ya Fransayê ya li hemberî Erdoganê dîktator bikim.” Lecoq dibêje ku; “We demokrasî û mafên mirovan bin pê kir.”

Lecoq qala girtina hevserok, şaredar û parlementerên HDP’ê dike û dibêje: “Ev kes niha di girtîgehan de ne. Wekî li Gûantanamoyê hûn jin û mêran biçûk dixînin” û balê dibe ser cilên yekreng.

HÛN BARBARAN LI SÛRIYEYÊ BI CIH DIKIN

Lecoq diyar kir ku Tirkiyeyê bi hezaran kesên rewşenbîr û mûxalîf xistine girtîgehan û carinan jî wekî qetilkirina sê jinên şoreşger ên li Parîsê ya di sala 2013’an de ew qetil kirine.

Lecoq bal kişand ser dagirkeriya li Sûriyeyê û got: “Hûn îddîa dikin ku hûn sînorên xwe diparêzin lê hûn wê derê dagir dikin. Yekîneyên we û çeteyên we ew der talan kirin û li her derê qetlîam pêk anîn. Hûn ji nû ve van barbaran li Sûriyeyê bi cih dikin. Li gorî we, ev tişt paqijiya etnîk e.”

Lecoq qirkirina Ermenan a sed sal berê jî bi bîr anî û diyar kir ku li Efrînê jî bi heman hincetê heman tişt tê kirin.

Lecoq got ku; “Li ser navê têkoşîna li dijî terorîzmê hûn nexweşxane û sivîlan bomberdûman dikin. Gelê me li hemberî şîddet û terora Tirkiyeyê şaş ma. Em ê destûrê nedin ku hûn Rojava bêîstîkrar bikin. Li Fransayê gelek dostên Kurdan hene û em ê ji bo aştiyê bi wan re bin.”

‘EM XWE NÊZÎ BERXWEDÊRÊN KURD DIBÎNIN’

Lecoq diyar kir ku li gorî wî YPG û YPJ ne rêxistinên terorîst in û got: “Ez ji partiyeke wisa têm ku, di demên tarî yên dîroka me de ji me re digotin terorîst. Bi berxwedanê re me welatê xwe azad kir û a niha jî em xwe nêzî berxwedêrên Kurd dibînin.”