Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê li nava Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî got, ew hêvîdar in ku mekanîzmaya sê alî ya ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê zextê bike ji bo Tirkiye yekîneyên xwe yên leşkerî vekişîne.

Beşar Caferî ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê Spûtnîkê re axivî û diyar kir, Tirkiyeyê peymanên Astanayê, biryarên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî û pîvanên Tevgera Bêpêwendiyan binpê kiriye.

Caferî got, "Li gorî peymanên Astanayê diviyabû Tirkiye ji bo çavdêrî û kontrolkirina rêxistinên terorê yên li Îdlibê polîsên xwe yên bi çekên sivik bişanda."

Beşar Caferî diyar kir, Tirkiyeyê li şûna vê yekê leşkerên xwe şandiye û peymanên Astanayê binpê kirine. Caferî her wiha ragihand ku ew li ser lîsteya namzetan a ji bo Komîsyona Destûra Bingehîn dixebitin ku di civîna bilind a sê alî de hate ser ziman.

Ji bo pirsa, "Şam lîsteya namzetan pêşkêş kiriye yan na?" Caferî got, "Na, xebata li ser wê didome. Em tevî Rûsya û Îranê li ser vê yekê dixebitin."

Caferî xwest ku dewleta Tirk leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne û anî ziman ku ew hêvîdar in mekanîzmaya sê alî di vê mijarê de zextê bike. Caferî got, "Divê Tirkiye yekîneyên xwe ji Efrînê vekişîne. Hêvîdar im ku di vî warî de wê zext li hikumeta Tirk bê kirin. Liv û tevgera Enqereyê ya li Efrînê binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û binpêkirina pîvanên Tevgera Bêpêwendiyan e."