Polîsan avêtin ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê polîsan danê vê sibehê avêtin ser avahiya NAV-DEM'ê. Lêgerîna li komeleyê dewam dike.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê polîsan danê vê sibehê avêtin ser avahiya NAV-DEM'ê. Lêgerîna li komeleyê dewam dike.
Polîsên Elman danê vê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) a li kolana Konigsworther a Hannoverê. Şahidan gotin, polîsan bi konvoyeke ji 7-8 wezsayitan avêtin ser komeleya Kurdan û hê jî li hundirê komeleyê lêgerînê dikin.
Polîsan li ser serdegirtinê ti agahî nedan. Kurdistaniyên li Hannoverê û derdora wê dijîn ber bi komeleyê ve diçin.
KOÇER: PIŞTÎ KU DI NEWROZÊ DE BI YA WAN NEBÛ...
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li ser serdegirtinê agahî da ANF'ê û nerazîbûneke tund nîşanî serdegirtinê da. Koçer got, "Hemû komele û saziyên me bi rengekî qanûnî dixebitin. Komeleya me ya li Hannoverê jî bi vî rengî xizmetê dide gelê me. Polîsan bi rengekî korsanî danê sibehê avêtin ser komeleya me. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev helwesteke kêfî ye. Xweranegirtina polîsên Hannoverê ye. Polîsê Hannoverê astengiyan derdixîne pêşiya Kurdan û çalakiyên wan. Herî dawî hewl dan Newrozê qedexe bikin. Ji ber ku bi ya wan nebû, bi vî rengî hewl didin zextê li saziyên me bikin. Em ê dev ji vê yekê bernedin."