KCDK-E û Platforma Êdî Bes e: Em berê xwe bidin NAV-DEM’ê

KCDK-E û Platforma Êdî Bes e êrîş û serdegirtina li ser NAV-DEM’ê ya Hannoverê şermezar kir û bang kir ku divê her kes berê xwe bide komeleyê û xwedî li NAV-DEM’ê derkevin.

Polîsên Elmanyayê vê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê. Li hemberî vê serdegirtinê saziyan nerazîbûn nîşan dan.

KCDK-E: POLÎTÎKAYÊN ERDOGAN LI ELMANYAYÊ YE!

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî serdegirtinê daxuyanî da û got: “Serdegirtina komeleya me ya bi navê NAV-DEM’ê tê wateya ku polîtîkayên Erdogan hatiye Elmanyayê. Polîsan bi saetan li nava komeleyê lêgerînê pêk anîn û ev tişt dişibe Rewşa Awarte ya Erdogan.

Elmanya ya ku piştgirî da dagirkeriya li ser Efrînê niha jî saziyên Kurdan kiriye hedef û Elmanya dixwaze saziyên Kurdan krîmînalîze bike û ev polîtîka xizmetê ji Erdogan re dike yê ku feraseta wî wekî ya DAÎŞ’ê ye.”

KCDK-E’yê bang li her kesî kir ku bila berê xwe bidin komeleyê û ji bo meşa di 7’ê Nîsanê de ya ku ew ê li hemû Ewrûpayê were lidarxistin jî banga tevlêbûnê kir.

PLATFORMA ÊDÎ BES E: DIVÊ MIROV BÊDENG NEMÎNE

Platforma Êdî Bes e jî êrîş û serdegirtina li ser NAV-DEM’ê şermezar kir û diyar kir ku ev tê wateya êrîşa li ser hemû saziyên Kurdan.

Platformê diyar kir ku NAV-DEM nûnera bi sed hezaran koçberên Kurd e û got: “Divê Elmanya dev ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî demokratîk berde.”