8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
8 xebatkarên Çapxaneya Gun a hate xespkirin, hatin girtin.
8 xebatkarên Çapxaneya Gun a hate xespkirin, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna piştî xespkirina Çapxaneya Gun û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û şûnde hatibû destpêkirin, 23’ê kesên di 28’ê Adarê de hatibûn destgîrkirin, kar û barên wan ên li emniyetê temam bûn. Ji kesên hatibûn destgîrkirin 20 kes derxistin pêşberî Dozgeriya Stenbol a li Çaglayanê. Sozgerî her 20 kes bi îdîaya “Bi zanabûn û daxwaza alîkarî kirina û cih dayîna rêxistinê” sewqî 11’emîn û 12’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.
YÊN HATINE GIRTIN
Xebatkarên çapxaneyê, Cûmalî Oz, Mehemet Kadîr, Ozkara, Mursel Demîr Ozgur Bozkûrt, Kemal Daşdogen, Suleyman Guneş, Mûhammet Ozkan û Ogûz Selman Kelekçîler ji aliyê 11’emîn Dadeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin.
12 KES HÊ ÎFADE DIDIN
Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn û xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamûr, Cemal Tûnç, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Kazim Goçer, Mehmet Emîn Sumelî, Mûsa Kaya, Sadettîn Demîrtaş, Necat Hîzarci, Polat Arslan û Mahmût Abay ên derxitin pêşberî 12’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê hê jî kar û barên îfadeya wan dom dike.