Pêrşemê polîsên Elman bi ser komeleya Hannoverê de girtin, polîsan gelek pankart, broşur, wêneyên gerîla û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birin. Polîsan her wiha dest li ser pirtûkan jî danî.
Polîsan bêyî ku sedemekê nîşan bidin gotin, ‘komeleya PKK’ê ye. Bi heman îdîayê beriya niha jî li Lehrteyê bi ser dawetekê de girtibûn.
Hevseroka komeleyê ya li Hannoverê Ayfer Amara îddîa qebûl nekirin. Polîsan heta saet 15.30’î komele seh kirin. Li ber avahiyê çalakî hatin kirin. Di dema çalakiyê de Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer got, "Hemû komeleyên bi ser me ve xebatên xwe li gorî yasayan dikin. Komeleya me ya Hannoverê jî bi vê çarçoweyê dixebite."
Koçer bi domdarî got, "Em qebûl nakin ku polîs mînaka korsanan berê sibehê bi ser komeleya me de bigirin. Ev helwesteke kêfî ye. Çavnebariya polîsên Hannoverê ya li Kurdan e."
Koçer diyar kir ku gelek caran polîsên Hannoverê astengiyan li pêş xebatên Kurdan datîne û qedexekirina bernameyên Newrozê bi bîr xist.
Kurdan û dostên wan heman rojê saet 19.00’an li ber gara trênê çalakiyên xwe kirin. Li vir Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç axivî û got, "Em êdî pê dizanin, hikûmeta Merkel li rex talanker û dagirkeran e û li ser dijminatiya li Kurdan a xwe kirine yek."
Koç got, wan ev helwest di dema dagirkirina Efrînê de jî dîtine û lê zêde kir, li gel vê jî gelê Elman û saziyên wan li rex Kurdan disekinin.
Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr jî got, "Em êdî dipirsin, dewleta Elman dewleta hiqûqê yan a polîsan?"
Goksûngûr diyar kir ku hewl didin mafê siyaseta demokratîk ji dest Kurdan bistînin û got ew ê destûrê nedin vê, komeleyên wan malên wan in.
Di dema axaftinê de nûnerekî MLPD'ê peyam da ku ew ê li rex Kurdan bin. Di çalakiya protestoyî de ATÎK jî hebû.
Di dema çalakiyê de ciwanekî ji bo ku bi tiliyên xwe nîşana serketinê kir hate binçavkirin. Her wiha polîsan dest li ser afîşekê danî ku li ser 'Apo' dihate nivîsîn. Çalakgeran diyar kirin ku polîs dixwazin provakasyonan bikin û li dij vê helwest nîşan dan. Ciwanê ku hatî binçavkirin piştî demeke kurt hate berdan.