Tenê 5 ji sedî yê Elmanan ji Tirkiyeyê yeqîn dikin

Li gorî anketê ku li Elmanyayê hate kirin, tenê 5 ji sedî yê şêniyên Elmanyayê ji Tirkiyeyê yeqîn dikin. Welatê ku Elman herî zêde jê piştrast in, Fransa ye.

Şîrketa lêkolînê Infratest Dimap a li Berlînê ji bo saziya weşangeriya cemaweriyê ya Elman ARD û rojnameya Die Welt lêkolînek kir. Ji welatiyan hate pirsîn bê Tirkiye hevparekî pê bawer e yan na.

Tenê 5 ji sedî yê beşdarên anketê ji bo Tirkiyeyê gotin "hevkarekî pê bawer e." Di anketa Tîrmeha 2017'an de ev rêje 3 ji sedî bû.

Her wiha navê hin welatan hate dayin û ji beşdaran hate pirsîn bê ji kîjan ji wan bawer dikin. 92 ji sedî yê beşdaran Fransa weke welatê pê bawer nîşan dan. 28 ji sedî DYA, 26 ji sedî jî Rûsya nîşan dan.