ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rewşa Awarte li girtîgehan dewam dike
Berdevkê OHP'ê parêzer Sezen Tekîn û Hevberdevka TUAD'ê Yuksel Gozde diyar kirin ku Rewşa Awarte li girtîgehan dewam dike û bal kişandin ser zext û êşkenceya li girtiyan tê kirin. -
ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Romayê dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
7 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li wîlayetên Diyala û Selahaddînê 7 çeteyên DAÎŞ'ê kuştin. -
Li girtîgehê ji bo dayina pirtûkên Kurdî 1000 lîre hate xwestin!
Ji bo karibin pirtûkên Kurdî werbigirin, ji rojnamevanên girtî Mehmet Guleş û Îdrîs Yilmaz pereyê tercûman hate xwestin. -
Rewşa Awarte hîn bêhtir karkeran dikuje
Di heyama Rewşa Awarte de herî kêm 3960 karker ji ber pirsgirêk û kêmasiyên li cihê kar jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Ewlehiya Kar û Karker (ÎSÎG)’ê ragihand ku, "Di heyama Rewşa Awarte de hejmara mirovên li ser kar mirin ji sedê 14 zêde bûye." -
Raporeke sosret dan Sisê Bîngol a girtî
Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê, ji bo girtiya nexweş raporeke sosret da. Ji bo Sîsê Bîngol a 76 salî ku nexweşiyên wê yên gurcik, tansiyona bilind, û nexweşiyên diyabetê hene, got, “Mayîna wê ya di girtîgehê de metirsiya jiyanî çênake.” -
MŞD'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxa 2018'an ku bi pêşengiya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî wê li 8 herêmên Elmanyayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Dadgeha Federal şopandina bi 'SMS a bêdeng' rast dît
Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê siyasetmedarê Kurd Alî Hildir Dogan de ku par hate darizandin, tevî ku hîn lêpirsînek jî li dijî wî nîne, biryar da ku bi 'SMS a bêdeng' bê şopandin. -
ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Tîrmeha 2018'an. -
Tecrîd li Marsîlya, Toûloûse û Dusseldorfê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê û li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Bi vê armancê meş hatin organîzekirin. -
Li Stockholmê dewleta Tirk hate protestokirin
Qetlîam û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Rojava li paytexta Swêd Stockholmê bi mîtîngekê hate protestokirin. -
Dagirkeriya Tirk li Parîsê jî hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li paytext Parîs a Faransayê êrîşên qirker û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Efrînê bi meş û mîtîngekê protestokirin. -
Dewleta Tirk li Viyana, Lînz Grazê hatin protestokirin
Li Paytext Viyana ya Avûstûryayê û bajarên Linz û Grazê êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistan û Efrînê hatin protestokirin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Brûkselê Polat Herekol û Hisên Çawîş hatin bîranîn
Endamê Komîteya Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) ê di encama êrîşa li taxa Xerbî ya 27’ê Tîrmeha 2016’an a li Qamişlo, dîsa siyasetmedarê Kurd Hisên Çawîş (Herekol) ên di encama qezayekê de şehîd bibûn, li Brûkselê hatin bîranîn. -
Li hember berxwedana Kurdan peymana Lozan têk çûye!
Salvegera 95’an a Peymana Lozanê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate protestokirin. Bal hate kişandin ku li hemberî berxwedana Kurdan Peymana Lozanê têk çûye. -
Dayikên Şemiyê pirsa berpirsên Cîhan kirin
Dayikên Şemiyê, carekî din dîsa li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta xizmên xwe pirs kirin. Di vê hefteyê de jî berpirsên Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de, dema hate destgîrkirin û şûnde hate windakirin pirsîn. -
Xizmên Windayan: Nîhat Aydin li kû ye?
Şaxê ÎHD’ê yê Amed û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 494’an de vê carê jî aqûbeta Nîhat Aydogan ên berî 24 salan hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin pirsîn. -
Parlementer Îmîr: Em ê bibin şopdarên mafên Ocalan ên meşrû
Parlementera Şirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr xwest ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got, “Em ê bibin şopdarên mafên Ocalan ên meşrû.” -
Temellî: Heşt mehên pêşiya me krîtîk e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku heşt mehên pêşiya wan gelekî krîtîk e û diyar kir ku krîzeke mezin a rêveberiyê li pêş wan e. -
Gefa kuştinê li girtiyê siyasî xwarin
Li girtîgeha Alanyayê, girtiyê siyasî Vedat Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyanan gefa kuştinê li wî xwarine. -
Li Berwariyê teqîn
Di dema operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê teqînek çêbû, hate ragihandin ku herî kêm cerdevanek birîndar bûye -
Pekoz: Ew ê aktorê nû yê Rojhilata Navîn Kurd bin
Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz diyar kir ku stratejiya AKP û MHP’ê ya ji bo têkbirina Kurdan ew ê berevaji bibe û li Rojhilata Navîn ew ê Kurd bibin aktorê nû.