Parlementer Îmîr: Em ê bibin şopdarên mafên Ocalan ên meşrû

Parlementera Şirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr xwest ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got, “Em ê bibin şopdarên mafên Ocalan ên meşrû.”

Parlementera Şirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şertên giran ên du salên dawîn ji ANF’ê re nirxand.

‘DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE GELÊ KURD 20 SAL IN DÎL E’

Îmîr diyar kir ku Ocalan 20 sal in dîl e û got, “Helwesta me ya ji bo qedandina tecrîda li ser Ocalan cihê rexneyê ye. Rastiyek heye ku Kurd û jin tune tên hesibandin û înkarkirin. Di warê xwenasîna jinên Kurd û naskirina heqîqetê de, roleke mezin a Ocalan heye. Ji ber vê jî tecrîda li ser Ocalan ji bo gelê Kurd ezabekî mezin e. Ji ber vê jî divê di warê şikandina tecrîdê de divê em bernameyeke xurt derxînin holê. Ji sala 2011’an û vir ve li pêşiya Konseya Ewrûpayê nobetên heftane heye lê ev kampanya nehatin asta ku em encamê bistînin û tecrîdê bişkînin.”

20 SAL

Îmîr diyar kir ku divê ji bo Ocalan çalakiyên xurt werin kirin yê ku 20 sal in dîl e û got, “Em ê bibin şopdarên mafên meşrû yên Ocalan. Ev peywir ne bi tenê ya me ye, ya hemû kesên demokrat e jî.”