Dadgeha Federal şopandina bi 'SMS a bêdeng' rast dît
Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê siyasetmedarê Kurd Alî Hildir Dogan de ku par hate darizandin, tevî ku hîn lêpirsînek jî li dijî wî nîne, biryar da ku bi 'SMS a bêdeng' bê şopandin.
Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê siyasetmedarê Kurd Alî Hildir Dogan de ku par hate darizandin, tevî ku hîn lêpirsînek jî li dijî wî nîne, biryar da ku bi 'SMS a bêdeng' bê şopandin.
Şopandina welatiyan bi rêbaza 'SMS a bêdeng' bi rêya telefonên mobîl, ku li Elmanyayê weke 'destwerdana li jiyana taybet' tê rexnekirin, demeke dirêj di rojevê de bû. Ji ber ku li ekranê telefonê nayê dîtin navê 'SMS a bêdeng' lê hatiye kirin. Li gorî vê sîstemê; hêzên ewlekariyê SMS'eke nayê dîtin dişîne telefona kesê ku dixwaze bişopîne û ji hingî ve telefon timî nîşan dibe bê li ku ye.
Bêyî ku haya xwediyê telefonê jê hebe, cihê ku telefon lê ye ji ekîbên polîsan re bi rêya mesajê tê şandin. Her ku kesê tê şopandin cih diguherîne, ji ekîbên polîsan re mesajeke nû tê şandin. Li gorî agahiyên sala 2017'an hatin eşkerekirin, ji Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn re 300 hezar, ji Daîreya Polîsan a Federal re 34 hezar û ji Midûriyeta Emniyetê re jî 22 hezar 'SMS ên bêdeng' hatin şandin.
Tê îdîakirin ku ekîbên ewlekariyê vê rêbaza ku tê wateya 'destwerdana li jiyana taybet a şexs' tenê di şopandina sûcdaran de bi kar tîne. Lê belê Sendîkaya Polîsan dibêjin, rêbaza 'SMS a bêdeng' di zêdeyî hezar lêpirsînên siyasî de hatiye bikaranîn.
DI LÊPIRSÎNA SIYASETMEDARÊ KURD ALÎ HIDIR DOGAN DE JÎ HATIYE BIKARANÎN
Rêbaza 'SMS a bêdeng' di lêpirsîna siyasetmedarê Kurd Alî Hidir Dogan de jî hatiye bikaranîn.
Adara 2017'an Dadgeha Eyaleta Berlînê 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Dogan birî. Parêzeran diyar kirin ku rêbaza şopandinê ne li gorî qanûnan e û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal dabûn. Dadgeha bilind ku navenda wê li bajarê Karlsrûheyê ye biryara xwe eşkere kir.
Tevî ku 'sûc'ek li holê tine bû jî Dogan bi rêbaza 'SMS a bêdeng' hate şopandin û dadgehê jî ev yek qanûnî dît.
Tê gotin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a li ser siyasetmedarê Kurd ji bo doz û lêpirsînên din dikare bibe mînak û ekîbên polîsan tevî ku 'sûcdar' nîne wê karibin rêya 'SMS a bêdeng' kesê dixwaze bişopîne û lêpirsînê lê veke.
Partiyên mûxalefetê jî destnîşan dikin ku bi karanîna rêbaza 'SMS a bêdeng' li derveyî qanûnan e.