Pekoz: Ew ê aktorê nû yê Rojhilata Navîn Kurd bin
Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz diyar kir ku stratejiya AKP û MHP’ê ya ji bo têkbirina Kurdan ew ê berevaji bibe û li Rojhilata Navîn ew ê Kurd bibin aktorê nû.
Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz diyar kir ku stratejiya AKP û MHP’ê ya ji bo têkbirina Kurdan ew ê berevaji bibe û li Rojhilata Navîn ew ê Kurd bibin aktorê nû.
Pisporê Rojhilata Navîn û hiqûqnas Mûstafa Pekoz diyar kir ku di desthilatdariya AKP-MHP’ê de polîtîkayên şîddetê yên li ser doza Kurdan zêdetir derketiye pêş. Pekoz diyar kir ku vê polîtîkaya ku êdî dema wê derbas bûye, ew ê bi kêr neyê.
Pekoz hevdîtina Pûtîn û Trûmp, geşedanên li Minbîc û Rojava û Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxand. Pekoz diyar kir ku di nava du salan de wê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê geşedanên girîng pêk were û ew ê aktorê vê pêvajoya nû jî Kurd bin.
Pekoz li ser ‘Pergala Nû’ ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ji bo Kurdan got ku, “Diyar e ku vê tifaqa AKP û MHP’ê tenê ne ji bo hilbijartinê ye. Tirkiye ligel ku li Rojhilata Navîn têk diçe, hewl didin polîtîkaya ‘Pan-Tirkîzm’ê pêk bînin. Lê di bingeha vî tiştî de du kêşe hene. Di meseleya doza Kurdan de, ew ê şîddet gelekî zêde derkeve pêş. Li hundir ew ê êrîşî dînamîkên Kurdan bikin û li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî ew ê hewl bidin ku bidestxistina statuya Kurdan asteng bikin.
DYA DIXWAZE TIRKIYE DI OPERASYONA LI DIJÎ ÎRANÊ DE CIH BIGIRE
Tiştekî din jî di operasyona DYA ya li dijî Îranê de pozîsyona Tirkiyeyê ye. Stratejiya DYA ya li dijî Îranê demdirêj e. Armanc ev e ku vê polîtîkaya xwe di warên leşkerî û ekonomîk de, hêdî hêdî têk bibin. DYA ji Tirkiyeyê pêşniyaz kiriye ku ligel Azerbaycanê li dijî Îranê şer bikin û di vê operasyonê de çalak bin.
Yekemîn gera derveyî welat a Erdogan li Azerbaycanê hate kirin û ev tişt parçeyekî vê stratejiyê ye. Armanca operasyona leşkerî ya li dijî Qendîlê jî qada PKK’ê ya siyasî û polîtîk teng bikin.
Di nava çend salên pêş de, li gorî rewşa polîtîk û leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê, ew ê li Tirkiye û Îranê ew ê doza Kurdan bêtir were nîqaşkirin. Enqere hay ji vî tiştî heye û dixwaze kadroyên rêveber ên PKK’ê tasfiye bike û qada wan a li Qendîlê asteng bike.”
Pekoz diyar dike ku pêkanîna vê planê dijwar e û lê di hevdîtinên di navbera DYA û Tirkiyeyê de ev îhtîmal di rojevê de ye, lê eşkere ye ku tasfiyekirina rêveberên PKK’ê wê ne hêsan be.
REWŞA MINBÎCÊ
Pekoz bal kişand ser rewşa li Minbîcê û got, “Li Minbîcê yekîneyên leşkerî yên girêdayî QSD’ê hene û PYD tekane hêz e ku di warê leşkerî de dikare hevsenga şer biguherîne. YPG’ê jixwe berê diyar kiribû ku wan xwe ji Minbîcê vekişandine. Hêzên leşkerî yên DYA li ser xeta Minbîcê yên Tirkiyeyê jî li ser xeta sînorê Babê digerin. Nêzî 25 hezar mîlîtanên Îslamî derbasî Babê bûne, heke şerê li Îdlîbê dest pê bike, ev hejmar wê 3 qatan zêde bibe û ew ê li Minbîcê rîskeke mezin pêk were. DYA destûrê dide Tirkiyeyê ku yekîneyên xwe li ser xeta Babê bigerîne û hatina mîlîtanan asteng bike. Heke êrîş were kirin, ew ê berpirsyariya vî tiştî di destê yekîneyên leşkerî yên Tirkiyeyê de be. Mirov dikare bibêje ku yekîneyên leşkerî yên Tirkiyeyê, Minbîcê diparêzin.”
ÎHTÎMALA ŞERÊ LI ÎDLÎBÊ
Pekoz qala îhtîmala şerê li Îdlîbê kir û got, “Çareseriya leşkerî û polîtîk a Sûriyeyê, ew ê geşedanên li Îdlîbê wê diyar bikin. Lê Rûsyayê çend meh berê operasyonek li Îdlîbê kir û ev plan guherand. Li gorî texmînên min ew ê ber bi dawiya meha Tebaxê Rûsya, Esad û piçekî be jî Îran ew ê dest bi operasyona li Îdlîbê bikin. Li vê derê bi deh hezaran mîltîtanên cîhadîst hene. Ew ê were xwestin ku ev mîlîtan radest bibin. Heke ev hêz ji ser Efrînê neçin Babê û berê xwe nedin Tirkiyeyê, ew ê li Îdlîbê şerekî giran pêk were. Bi taybetî derdora Helebê û xeta sînor a Hatayê, ew ê şerekî giran pêk were. Rewşa Îdlîbê ew ê wekî niha nemîne. Divê tasfiyekirina mîlîtanên Îslamî were kirin. Teqez divê ev herêm têkeve bin kontrola rejîma Esad. Yan na rejîm ew ê xwe ewle hîs neke û Rûsya ew ê nikaribe stratejiya xwe pêk bîne.”
BANDORA ŞERÊ ÎDLÎBÊ YÊ LI SER EFRÎN Û BABÊ
Pekoz qala bandora şerê li Îdlîbê kir û got ku, “Şerê Îdlibê wê bandora xwe li ser hevsengên li Efrîn û Babê bike. Rûsya veguhestina cîhadîstên îslamî li ser Efrînê derbasî Babê bûyîn teşwîk dike û destek dike. Li vê derê armanc ew e ku milîtanên li herêma Babê li ser Minbicê re berê xwe bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Amerîka û Fransayê, bê îstikrarîyê kûrtir bikin. Heta Rûsya ji bo rêxistinên cîhadîst vê peyamê dide “Minbîcê bigirin, li wir bimînîn.” Lê ketina Enqereyê di nava hewldaneke wiha de gelek zehmet e. Lê dibe bi vê yan van sedeman milîtanên Îslamî yên li Babê komkirî li dijî êrîşa bi ser Minbicê, ketina rojevê ya navenda Babê ji aliyê QSD’ê ve kontrolkirin wê ne surprîz be.
ENQERE Û OSO WÊ WERIN BERAMBERÎ HEV
Efrîn bi taybet piştî operasyona Îdlibê û şûnde kontrolkirina wê ji aliyê hêzên Esad ve bandoreke mezin e. Wiha xuya dike ku tesfiyekirina hêza Artêşa Azad a Sûriyeyê wê bi lez bikeve rojevê. Li gorî medyaya rojava û nirxandinên tê kirin gel piştgiriya OSO nake. Ev peyam ji bo Enqereyê ye. Dibe Tirkiye Efrînê radestî hêzên hikûmetê bike û ji herêmê vekişe. Enqere ya ku hemû stratejiyên pêk anî, ser neket û hatina beramberî hev ya li dijî hêzên OSO yên cîhadîst wê ne surprîzek be. Ger mirov temaşeyî stratejiyên hatine diyarkirin û berjewendiyên herêmî wiha tê dîtin. Bêîstikrariya polîtîk ya li Sûriye û Iraqê wê bidome wiha xuya dike. Li herdu welatan ya bi îstikrar herêma Kurd .e Li aliyê din hakîmbûna Kurdan a li herêmê li dijî Îranê ye û li gorî berjewendiyên DYA’yê ne. Mînak dibe ku pêşmerge carek din bikevin herêmên bi nakok û carek din dernekevin, divê ev ne surprîz be. Ev rewş wê bandora xwe li kê bike? Destpêkê wê bandora xwe li Îran û Tirkiyeyê bike.”
STATUYA POLÎTÎK A KURDAN
Pekoz di nav îxtîmalan de qala statuya Kurdan a polîtîk kir û got ku, “Ji bo Kurdan wê pêvajo zehmet be. Lê hevkêşeyên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan wê were guhertin. Çend salên pêşiya me pozîsyona polîtîkaya Kurdan a li Iraq û Sûriyeyê wê hê bihêztir bibe. Dibe li Îranê bûyerên surprîz çêbibe. Heta dibe ku rejîma Îslamî ya Tehranê ji bo xweseriya Kurdan gavên diyar biavêje. Dijberî vê wê li dijî Îranê zext zêde bibin û mirov dikare bêje wê hinek encamên vê jî çêbibin. Desthilatdariya li Enqereyê vê rewşê dibîne û ji ber vê sedemê zextên li dijî Kurdan zêdetir kiriye. Lê ev ti caran nabe çareserî û binketina stratejiya ‘Pan-Tirkîzm-Îslamîzm’ ku moda wê derbas bûye wê were dîtin. Di nava 2 salên pêşiya me de çêbûna bûyerên girîng ên ku me hemûyan matmayî bihêle, dibe ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk werin. Li gorî min di vê pêvajoya bi surprîz de wê Kurd bibin aktor. Li vir nûnertiyên polîtîk ên Kurd divê di dema rast de polîtîkayên rast ava bike û hem bûyerên li herêmê û li Tirkiyeyê baş binirxîne e û li gorî wê gavan biavêje.”