Rewşa Awarte hîn bêhtir karkeran dikuje

Di heyama Rewşa Awarte de herî kêm 3960 karker ji ber pirsgirêk û kêmasiyên li cihê kar jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Ewlehiya Kar û Karker (ÎSÎG)’ê ragihand ku, "Di heyama Rewşa Awarte de hejmara mirovên li ser kar mirin ji sedê 14 zêde bûye."

Meclîsa Ewlehiya Kar û Karker (ÎSÎG), li ser mijara karkerên ku ji ber pirsgirêkên li cihê kar di dema Rewşa Awarte de jiyana xwe ji dest dan raporek amade kir.

Di raporê de hat gotin ku di vê heyamê de hejmara mirovên ji ber kêmasî û pirsgirêkên li cihê kar jiyana xwe ji dest dane ji sedî 14 zêde bûye. Di raporê de wiha tê gotin. "Herî zêde li qada pîşesaziyê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mirina karkeran di beşa hesinkariyê de ji sedî 100; beşa enerjiyê ji sedî 20; di beşa madenkarî, tekstîl, kîmya, dar/kaxizgerî, çîmento/ax û nakliyeyê ji sedî 10 zêde bûne. Ji hêla din ve di sektora xizmetê de jî mirinên hewirînê de ji sedî 50 zêde bûne."

'REWŞA AWARTE ZEMÎN AMADE KIR'

Di raporê de hate gotin ku Rewşa Awarte ji bo ku ev pêkanînên neyînî bikevin meriyetê zemîn amade kiriye. Hate ragihandin ku di dema Rewşa Awarte de li mirina karkeran nehatiye pirsîn û lêpirsînên hatine vekirin jî bê encam mane.