Trump: Eger Îran êrîş bike em ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin

Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên Îsraîlê yên li er Îranê nîne û gef xwar ku eger Îran bi rengekî êrîşî DYE'yê bike, ew ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.

Donald Trump sibeha Yekşemê li ser Truth Socialê peyamek weşand û got, "Eger em li êrîşeke Îranê rast bên, Hêzên Çekdar ên Dewletên Yekbûyî wê bi hemû hêza xwe di asteke welê de bi ser we de bê ku qet nehatiye dîtin."

Trump îdîa kir ku eleqeya Washingtonê bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Tehranê nîne.

Trump got, "Îran û Îsraîl dikarin bi hêsanî li hev bikin û em dikarin vî şerê bi xwîn bi dawî bikin."

ÊRÎŞ DEWAM DIKIN

Îsraîlê sibeha Yekşemê êrîşên nû bir ser bernameya nukleerî ya Îranê pêk anî. Îranê jî bi fuzeyan bersiva vê yekê da û herî kêm 8 kes li xaka Îsraîlê mirin.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ragihand ku bi armanca 'Astengkirina afirandina çeka nukleerî' weke parçeyek ji êrîşa sibeha Înê hate destpêkirin, ew dixwazin li 'hemû tesîsên rejîmê' bixin.

RAYEDARÊN PAYEBILIND MIRIN

Di êrîşên rojên dawî yên Îsraîlê de Serokê Muxafizên Şoreşê General Huseyîn Selamî, Fermandarê Hêza Hewayî-Fezayî ya Muxafizan Emîralî Hacizade û Serokê Fermandariya Giştî General Mûhammed Bakirî jî di nav de efserên herî payebilind ên Îranê hatin kuştin. Her wiha 9 zanyarên li bernameya nukleerê ya Îranê dixebitîn hatin kuştin. Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Amîr Saeîd Îravanî roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku herî kêm 78 kes mirin û 'piraniya wan sivîl' zêdeyî 320 kes jî birîndar bûn.