Rewşa Awarte li girtîgehan dewam dike
Berdevkê OHP'ê parêzer Sezen Tekîn û Hevberdevka TUAD'ê Yuksel Gozde diyar kirin ku Rewşa Awarte li girtîgehan dewam dike û bal kişandin ser zext û êşkenceya li girtiyan tê kirin.
Berdevkê OHP'ê parêzer Sezen Tekîn û Hevberdevka TUAD'ê Yuksel Gozde diyar kirin ku Rewşa Awarte li girtîgehan dewam dike û bal kişandin ser zext û êşkenceya li girtiyan tê kirin.
Polîtîkayên şer ên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên meşandin herî zêde bandorê li girtîgehan dikin. Piştî pêvajoya bi navê 'hewldana darbeyê' ku 15'ê Tîrmeha 2016'an rû da Rewşa Awarte hate ragihandin. Hikumeta AKP'ê wê wextê gotibû, 'dibe ku 3 mehan dewam neke'. Lê dema Rewşa Awarte 7 caran hate dirêjkirin û 730 rojî dewam kir. Rewşa Awarte ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hate ragihandin û rakirina wê jî weke sozeke hilbijartinê ji aliyê Erdogan ve hate dayin, çend roj berê bi awayekî fermî hate rakirin.
Rewşa Awarte li ser kaxizê hatibe rakirin jî di pratîkê de li dijî sosyalîstan, Kurdan, kedkaran û bindestan dewam dike. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Yên ku herî zêde ketin bin bandora pêkanînên Rewşa Awarte girtî ne. Berdevkê Hiqûqnasên Azad (Sezen Tekîn) û Hevberdevka Însiyatîfa Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) Yuksel Gozde zext, êşkenceya li girtîgehan û rewşa girtiyan ji ANF'ê re nirxandin.
Tekîn got, nabe ku êdî li girtîgehan deng û dîmen bên qeydkirin, mafê axaftina bi telefonê ji du hefteyan daxînin hefteyekê û anî ziman ku tevî van pêkanînan gelek kiryarên li derveyî mirovahiyê li girtîgehên li herêma Marmarayê dewam dikin. Tekîn diyar kir, mafê wergirtina pirtûkan tê bisînorkirin, di dema axaftina bi telefonê de tekmîl li ser girtiyan tê ferzkirin û ji ber ku hejmara girtî/hikumxwaran zêdeyî kapasîteya qawîşan e, ev yek di havînê de rê li ber pirsgirêkên giran vedike.
EM Ê LI CIH TESPÎT BIKIN Û PÊŞKÊŞÎ WEZARETA EDALETÊ BIKIN
Tekîn got, "Rewşa Awarte hatibe rakirin jî kiryarên Rewşa Awarte yên ne li gorî hiqûqê ne, didomin" û anî ziman ku weke platformê ew ê binpêkirina mafên mirovan a li girtîgeh atespît bikin, li ser wê raporê amade bikin û serî li Wezareta Edaletê bidin.
Tekîn da xuyakirin ku li gel serlêdana divê raya giştî jî hay ji rewşa girtiyan hebe û got, "Her gavê divê bên bilêvkirin û serdanên rêxistinên civakî yên sivîl zêdetir bibin. Malbatan kengî bihîstin ku mafên girtiyan tên binpêkirin divê serî li ÎHD'ê û platforma me bidin."
LÊGERÎNA BI AWAYÊ TAZÎ Û SERJIMARTINA BI RENGÊ LEŞKERÎ DEWAM DIKIN
Parêzer Tekîn diyar kir, tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin jî sererastkirineke berbiçav nebûye û got, "Di dema girtinê de û li girtîgehan lêgerîna bi awayê tazî û li hin girtîgehan jî serjimartina bi rengê leşkerî li ser girtiyan tê ferzkirin. Tevî vê yekê malbatên tên serdanê jî di kontroleke tund re tên derbaskirin. Hin heval hene ku nêzî saleke îdîaname der barê wan de nehatiye amadekirin, lê hîn jî girtî ne."
Gozde jî ragihand ku hewl didin girtiyan 'terbiye' bikin û diyar kir ku bi salane heman pêkanîn li ser girtiyên siyasî tên ferzkirin.
DIVÊ MALA ME LI SER GIRTÎGEHAN BE
Gozde destnîşan kir ku dewlet li gel pêkanînên xwe yên li dijî mafên mirovan encamek bi dest nexistiye û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Gozde got, "Li nava şert û mercên giran ên Îmraliyê nozdeh sal in tecrîdeke giran, sê sal in jî êşkenceyeke ne însanî û ne hiqûqî heye.
Li dijî vê yekê jî berxwedana rastiyekê heye. Lewma yên li derve, yanî raya giştî divê bêdeng nemîne. Pêwîste bala xwe li ser girtîgehan be. Divê bêdengî neyê qebûlkirin. Yên xwedî wijdan divê bêdeng nemîne."