Li Stockholmê dewleta Tirk hate protestokirin

Qetlîam û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Rojava li paytexta Swêd Stockholmê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li ser platforma ‘Ji dagirkeriya Kurdistanê re bêje RAWST E’ saet derdorî 15:00’an de Kurdistanî li Qada Normalmstorg hatin ba hev û pankartên ku qetlîam û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar dikin hildan û dîsa alên PKK, KCK, PYD û PJAK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Hevserokên NCKD a Swêdê Ridvan Altûn û Ferah Bozcali, dîsa namzetê parlemeteriyê yê Nifşê Nû yê Dihokê û endamê Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Kamûran Berwarî yê ji bo hevdîtina hatibû Swêdê axivî. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk û qetlîamên wê yên li ser gelê Kurd şermezar kirin.

Berwarî berxwedana li bajar, çiya û li girtîgehan a li dijî êrîşên hov silav kir û bibîr xist ku li dijî Rêberê Gelê Kurd şerekî topyekûn heye. Berwarî bal kişand ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hember Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê yên ji bo azadiya xwe têkoşînê dike dijwartir kiye.

Berwarî da xuyakirin ku armacan dewleta Tirk astengkirina azadiya gelê Kurd û dagirkirina herêmên hatine rizgarkirine. Berwarî destnîşan kir ku divê hemû Kurd,rewşenbîr û hêzên demokrat li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta irk rabe ser lingan û têkoşînê bike.

Berwarî anî ziman ku li dijî polîtîkayên zext, qetlîam û êrîşên qirkirinê yên welatên li ser herêmê, divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî saz bike, di serî de bang li hemû Kurdistanî, gelên bindest û derdorên şoreşger kir ku hêzên xwe bikin yek û têkoşînê xurt û bilind bikin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehenime”, “Destê xwe ji Rojava bikişîne”, “Qatil Erdogan, du rû Yekîtiya Ewropa” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.