Li hember berxwedana Kurdan peymana Lozan têk çûye!
Salvegera 95’an a Peymana Lozanê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate protestokirin. Bal hate kişandin ku li hemberî berxwedana Kurdan Peymana Lozanê têk çûye.
Salvegera 95’an a Peymana Lozanê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate protestokirin. Bal hate kişandin ku li hemberî berxwedana Kurdan Peymana Lozanê têk çûye.
Salvegera 95’an a Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meş û mîtîngan tê protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Place de Rîponne a Swîsreyê hatin ba hev li pêşiy avahiya Oûchy a ku peyman lê hate îmzekirin kom bûn.
Di çalakiya de ku alên PKK, YPG/YPJ, HDK, MLKP û SKYP li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan de bê navber dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”, “Dîktator Erdogan, Terorîst Tirkiye”, “Bijî piştgiriya şoreşgerî” hatin qîrkirin. Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
ŞAREDARIYA RENENES Û LOZANÊ PIŞTGIRÎ DAN ÇALAKIYÊ
Di mîtînga li qada Oûchyê hate lidarxistin de, Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-S) Salih Sagllam axivî û piştre bi deqeyek rêzgirtinê sirûda Netewî ‘Ey Reqîb’ hate xwendin. Di mîtîngê de li ser navê Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF) Glderen Sevîm, hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk Ewropa (KCD-E) Demîr Çelîk, alîkarê serokê şaredariya Lozan a Dostên Kurd ên Swîsreyê Davîd Payot, nûnerê Partiya POP Goûthîer Lahore û encûmê şaredariya Renens Verene Berseth axivîn.
BILA ŞERÊ QIRÊJ Ê LI DIJÎ KURDAN BÊ RAWESTANDIN
Di axaftinên têde bal dikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hate gotin ku li hemberî berxwedana bi rûmet a bi maf a gelê Kurd peymana Lozanê têk çûye. Her wiha di mîtîngê de dayika şehîdan Îsmîhan Ok û Zahîde Hesen jî axivî, diyar kir ku divê ji bo bidawîbûna şerê qirêj ên li ser gelê Kurd tê kirin, raya giştî û dewlet bikevin anva tevgerê.
Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.