ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD'ê ya bi hikumeta Sûriyeyê re ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê veger li sîstema berê ya dîkatorî nebe. Muslim got, "Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin."

- Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê siyasetmedarê Kurd Alî Hildir Dogan de ku par hate darizandin, tevî ku hîn lêpirsînek jî li dijî wî nîne, biryar da ku bi 'SMS a bêdeng' bê şopandin.

- Gerîla Dozger, çanda dengbêjiyê ku cihekî xwe yê taybet di dîroka Kurdan de heye, li nava refên gerîla didomîne.