Her ku diçe rewşa tendirûstiya Sîsê Bîngol a 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, giran dibe. Teşhîsa nexweşiyên weke dil, gurcik, riya destavê, tansiyona bilind, şekir hwd hatibû danîn.
Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ji bo Bîngolê biryara “Nikare bi serê xwe di zindanê de jiyana xwe bidomîne” dabû lê; Saziya Tip a Edlî rapora ku “Bi serê xwe dikare di zindanê de bimîne” da.
Bîngol ji vir sewkê nexweşxaneya dewletê ya Tarsûsê hat kirin û Desteya Tendirûstiyê ya ya Nexweşxaneya Dewletê, ligel ku teşhîsa nexweşiyên gurcik, şekir û tansiyona bilind danî jî, rapora ku Sîsê Bîngol dikare di girtîgehê de bimîne, da.
PARÊZER: EV BI GIŞTÎ HIŞMENDIYA DIJMINATIYÊ!
Parêzera Sîsê Bîngol Gulşen Ozbek jî , bertek nîşanî biryarê da û got, “Ligel ku pirsgirêkên mezin ên tendirûstiyê yên Sîsê Bîngol hene jî desteya tendirûstiyê ku ew muayene kirî rapora ‘Tu astengî li pêşiya mayîna wê ya di girtîgehê de nîn e’ da. Ligel ku ewqas nexweşî hatine teşhîskirin jî ev biryar da. Tu têkiliya vê raporê bi etîka tipê re nîn e. Ji pîvanên zanistiyê dûr, raporeke ku bi giştî bi hestên dijminatiyê hatî amadekriin e. Em ê serî li cihên pêwîst bidin ku ev rapora derqanûnî bê betalkirin.”