Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Gabarê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê, ji bo girtiya nexweş raporeke sosret da. Ji bo Sîsê Bîngol a 76 salî ku nexweşiyên wê yên gurcik, tansiyona bilind, û nexweşiyên diyabetê hene, got, “Mayîna wê ya di girtîgehê de metirsiya jiyanî çênake.”

Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê siyasetmedarê Kurd Alî Hildir Dogan de ku par hate darizandin, tevî ku hîn lêpirsînek jî li dijî wî nîne, biryar da ku bi 'SMS a bêdeng' bê şopandin.

Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD'ê ya bi hikumeta Sûriyeyê re ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê veger li sîstema berê ya dîkatorî nebe. Muslim got, "Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin." 

YPG'ê diyar kir ku li Efrînê di encama çalakiyên wan de 11 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Gerîlayên HPG'ê li leşkerên Tirk ên li ser girê Şehîd Gafûr ê li Geverê xistin û çeperek û konteynirek rûxandin. Li Licê jî di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin.

Gerîla Dozger, çanda dengbêjiyê ku cihekî xwe yê taybet di dîroka Kurdan de heye, li nava refên gerîla didomîne.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li wîlayetên Diyala û Selahaddînê 7 çeteyên DAÎŞ'ê kuştin.