Di civîna li paytext Brûksel a Belçîkayê hate lidarxistin de, kesên di Qetlîama Brûkselê de şehîd bibûn hatin bîbîranîn. Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir û şûnde sînevîzyonek hate nîşandan.
Siyasetmedarê Kurd Zubey Aydar ê di civînê de axivî got: “Şehîd Polat Herekol û Şehîd Hisên Çawîş şehîdê hemû şoreşa Kurdistanê ye. Wan bi rêzdarî bibîr tînim. Ji bo em bikarin rêya wan bişopînin, divê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Ji derveyî vê ti rêyek din nîne.”
Aydar bibîr xist ku ji sala 2011’an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Ji bo wê em ê dest bi pêgava serhildanê bikin. Ji bo Rêbertiya xwe em ê bibin seferber. Bi hildana vê erk û berpirsyariyê, em ê bibin layîqî şehîdên xwe.”
Bîranîn bi qîrkirina dirûşmên ‘Şehîd namirin’ ve bi dawî bû.