Dayikên Şemiyê pirsa berpirsên Cîhan kirin

Dayikên Şemiyê, carekî din dîsa li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta xizmên xwe pirs kirin. Di vê hefteyê de jî berpirsên Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de, dema hate destgîrkirin û şûnde hate windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên cezakirin di hefteya 696’emîn de, li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyarin winda li ku ne?” û wêneyên windayan hatin vekirin. Xizmên windayan û parlamenterê CHP’ê yê stenbolê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an piştî hate destgîrkirin û şûnde hate windakirin, edalet hat xwestin û pirsa kujerên wî hate kirin.

Parlamenterê CHP’ê Tanrikûlû di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dostên me 37 sallin li edaletê digerin. Gelek bedel hatin dayîn. Piştî 37 salan dîsa Rewşa Awarte heye. Ger îro em vê rewşê dijîn, yekem berpisiyarên vê daraze. Ji ber ku daraz ne serbixwe û bêalî tevberiya, di heman demê de nekarî maf biparêze û bibe alîgirê maf paraziyê. Ligel van hemûyan em îro dîsa li vê qadêne û me ti carî baweriya xwe neşikand. Em ê hêviyên xwe ne di parlamentoyê de, li qadan zêdetir bikin.”

Xwişka Hayrettîn Eren ê di dema hate destgîrkirin û şûn de hat winda kirin Îkbal Eren jî, diyar kir ku ger wê demê mirov bihatan parastin, îro wê rastî derbiketana holê û edalet wê pêk bihata.

Biraya Suleyman Cîhah û di hemana demê de yek ji parêzerên dosyayê Ahmet Cîhan jî, axivî û wiha got: “Piştî windakirina Cîhan, 85 roj şûnde me bedena wî ya êşkencekirî dît. Her heftê em li vê derê pirsa kujerên windayên xwe dikin. Tiştekê ku neyê zanîn tineye. A rast kujer û rayedaran dernaxin pêşberî darazê. Wan ji darazê vedişêrin. Dewletê ew bi zirxê necezakirinê parastinê. Dosyeya Suleymanê me, mînake biçûk a vê reşê ye. Ez bang li hikûmetê dikim. Aqûbeta windayên me eşkere bikin û ji bo berpirsiyar bên cezakirin, dest ji polîtîkayên necezakirinê berdin.”

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî daxuyaniya vê hefteyê da û ji bo bavê 2 zarokan Suleyman Cîhan ê 31 salî daxwaza edaletê kir.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.