Xizmên Windayan: Nîhat Aydin li kû ye?
Şaxê ÎHD’ê yê Amed û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 494’an de vê carê jî aqûbeta Nîhat Aydogan ên berî 24 salan hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin pirsîn.
Şaxê ÎHD’ê yê Amed û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 494’an de vê carê jî aqûbeta Nîhat Aydogan ên berî 24 salan hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 494’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolû ya Amedê lidar dixin. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, rêvebeeên Şaxa ÎHD’a Amedê, xizmên windan û aktîvîstên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 20’ê Mijdara 1994’an piştî ku hate destgîrkirin û şûnde hatibû windakirin, pirsîn.
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakiya me ya bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 494’emîn de berdewam dike. Ji bo kujer bên cezakirin û rastî derbikev holê heya niha ti pêngav nehatine avêtin. Lê ligel vê yekê jî em baş dizanin wê kujer li pêşberî darazê hesap bidin. Vîna siyasî ya niha destûrê nade vê yeke. Lê em ê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe berdein û tawîz nedin”
Piştî axafina Zeytûn, ji parêzerên Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin çîroka Nîhat Aydogan ê di sala 1994’an piştî hate destgîrkirin û şûnde hate windakirin.
Yalçin, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Cerdevan û leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Midyatê, di Mijdara 1994’an de serê sibê saet 05.00’an de bi ser mala Nîhat Aydogan de digirin. Nêzî 20-30 cerdevan û leşker dikevin mala Aydogan, ji nava nivînan derdixin û li ber çavên zarokên wî, wî derb dikin. Dest û çavên Aydogan girê didin û wî li ser çongan didin rûnişkandin. Li hemberî vê tundiya leşkeran kaça Aydogan a 12 salî lal dibe.”
Yalçin, anî ziman ku li Fermandariya Jendirmayan a Navenda Mêrdînê leşker 15 rojan êşkece dikin û wiha bilêv kir: “Hemû cureyên êşkencê li Aydogan dikin û rastî muameleyên dij mirovî tê. Dûre bi ti awayî agahî ji Aydogan nayê girtin. Ligel hemû hewldanên malbatê heye roja îro aqûbeta Aydoga nayê zanîn.”
Yalçin, destnîşan kir ku hevjîna Nîhat Aydogan Halîma Aydogan dest vê hewldana xwe bernade û wiha got: “Dîsan li aqûbet hevjînê xwe digere. Aydogan ê dema tê destgîrkirin hat windakirin, hîna 32 salî bû. Bi ser windakirina wî re 24 sal derbas bûn û lê hîna jî kes nizane li kû deriye û ti agahî jê nayên girtin.”
Çalakî piştî rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.