ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Berdevkê OHP'ê parêzer Sezen Tekîn û Hevberdevka TUAD'ê Yuksel Gozde diyar kirin ku Rewşa Awarte li girtîgehan dewam dike û bal kişandin ser zext û êşkenceya li girtiyan tê kirin.
- Di rapora 2017'an a îstîxbarata Elman de tespîta: "Kampanya Na ya li Ewropayê ku di dema referandûma 16'ê Nîsanê de hate kirin, ji aliyê PKK'ê ve hate organîzekirin" hatibû kirin. Ev tespît kete rojeva Meclîsa Federal.
- Nivîskar Nazim Kok, hilweşandina bîrdariyan ji aliyê şaredariyên desteserkirî ve nirxand û got, "Dewlet dixwaze hiş û bîra gelê Kurd jê bibe."
- Xezal Dûran berê koçer bû û zêdeyî 1000 heywanên xwe hebûn. Lê niha tenê 50 mane. Dûran dibêje, "Zozanên me her sal bêhtir li me qedexe kirin. Qîma xwe bi wê jî neanîn û bi gotina, 'Hûn alîkariyê didin PKK'ê' êşkence li me kirin."
- Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze dawiya meha Îlonê serdaneke fermî li paytexta Elmanya Berlînê bike. Mûxalefet ji vê serdanê aciz e. Ji çepgiran heta rastgiran mûxalefet ji niha ve dibêje, "Bila Erdogan neyê."