Li girtîgehê ji bo dayina pirtûkên Kurdî 1000 lîre hate xwestin!

Ji bo karibin pirtûkên Kurdî werbigirin, ji rojnamevanên girtî Mehmet Guleş û Îdrîs Yilmaz pereyê tercûman hate xwestin.

Rojnamevanên girtî Mehmet Guleş û Îdrîs Yilmaz ên li Girtîgeha Hejmara 1. a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê girtî ne, diyar kirin ku zexta psîkolojîk li wan tê kirin, destûr nayê dayin ku ew nameyan binivîsînin û wergirin û dema pirtûkên bi Kurdî dixwazin, ji wan pere tê xwestin.

'GARDIYAN SIRÛDÊN NÎJADPERESTÎ DIBÊJIN'

Ji Beşa Hiqûqê ya Komeleya Karên Hiqûqê û Medyayê (MLSA) Zelal Pelîn Dogan roja 25'ê Tîrmehê serdana Guleş û Yilmaz kir û anî ziman ku name û faks ji wan re nayên dayin û zexta psîkolojîk li wan tê kirin. Dogan diyar kir, gardiyan bi şev dikin qareqar, girtiyan hişyar dikin, sirûdên nîjadperestî dibêjin û got, "Destûr nayê dayin ku bi girtiyên din re rûnên, sohbetê bikin. Dema ku dibin cihekî û vedigerînin, nahêlin ku silavê bidin girtiyan."

Dogan anî ziman ku Yilmaz jê re gotiye, dema ku girtî pirtûkên bi Kurdî dixwazin, ji bo tercûmekirinê 1000 TL ji girtiyê ku pirtûkê dixwaze tê xwestin.