Dewleta Tirk li Viyana, Lînz Grazê hatin protestokirin
Li Paytext Viyana ya Avûstûryayê û bajarên Linz û Grazê êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistan û Efrînê hatin protestokirin.
Li Paytext Viyana ya Avûstûryayê û bajarên Linz û Grazê êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistan û Efrînê hatin protestokirin.
Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li bajarên Viyana, Lînz û Grazê bi çalakiyan hatin protestokirin.
VIYANA
Li Viyanayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Başûrê Kurdistan û Rojavah bi çalakiyekê hatin protestokirin. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya ku li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin bû.
Di çalakiya belavok hate xwendin de, êrîşên dewleta Tirk bi qîrkirina dirûşman hatin şermezarkirin.
Bang li rêxistinên civaka sivîl û hikûmeta Avûstûryayê hate kirin ku ji bo rawestandian êrîşên dewleta Tirk û dagirkeriya wê bi lezgîn bikevin nava tevgerê. Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.
LÎNZ
Li bajarê Lînz ê Avûstûryayê jî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên Tirkiye hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Abîdeya Haûptplatz hatin ba hev bi deqeyek rêzgirtinê ve çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û belavok hatin belavkirin.
Bi dirûşman êrîş hatin protestokirin.
GRAZ
Li Grazê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistan û Rojava jî hatin protestokirin.
Di çalakiya li Herrengpasseyê hate kirin de belavok hatin belavkirin. Çalakî piştî xwendina belavokê û şûnde bi dirûşman ve bi dawî bû.