Gefa kuştinê li girtiyê siyasî xwarin

Li girtîgeha Alanyayê, girtiyê siyasî Vedat Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyanan gefa kuştinê li wî xwarine.

Girtiyê siyasî Vedat Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê bi rêya malbata xwe binpêkirinên li girtîgehê ragihand. Bavê wî Abdûlhamît Kaya di hevdîtina telefonê ya bi kurê xwe Vedat re diyar kir ku Kaya ev tişt ragihandiye; “Di saetên derengiya şevê de bi navê ‘lêgerînê’ bi ser kawûşên me de digrin. Di dema lêgerînê de heqaretê li me dikin. Lêgerîna tazî li ser me ferz dikin. Gardiyan rûyê xwe nîşanî me nadin û gefa kuştinê li me dixwin.”

Bavê wî daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kir ku dawî li van pêkanînan bîne û wiha got; “Hemû kes ji bo zarokên xwe dijîn. Tiştek bi serê zarokê min were rêveberiya girtîgehê berpisyar e.”

Bavê girtî diyar kir ku piştî ragihandinên kurê wî, wî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mersînê daye û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.