Tecrîd li Marsîlya, Toûloûse û Dusseldorfê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê û li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Bi vê armancê meş hatin organîzekirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê û li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Bi vê armancê meş hatin organîzekirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê û Başûrê Kurdistanê bi meş û xwepêşandanan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, girseya gel li meydana Canebîere li hev civiya û heta meydana Vîeûx-Portê meşiya.
Girseya gel pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" vekir û dirûşma "Azadî ji Efrînê" qirkiya. Çalakgeran tilîlîû û dirûşman êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di dema meşê de gelek belavok hatin belavkirin.
Di dawiya meşê de li meydana Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran ji Kurdistaniyên li Ewropayê xwestin ku destekê bidin pêngava rizgarkirina Efrînê û gotin, Efrîn wê teqez ji nû ve bibe parçeyek ji Kurdistanê. Mîtîng bi qîrîna dirûşman qediya.
TOÛLOÛSE
Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Toûloûse yê Fransayê hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), gelê Kurd û Kolektîfa Piştevaniyê ve hate organîzekirin û gelê Kurd û Fransayî tevlî bûn.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û wekîlê Parlamenta Herêma Oksîtanê Jean-Chrîstophe Sellîn lê axivî. Sellîn helwesta dagirker a Tirkiyeyê şermezar kir û diyar kir ku wê bi gelê Kurd re tevbigerin. Sellîn got, "Tevgera Kurd li Tirkiyeyê tevgereke demokratîk a alternatîf e."
Bi navê NCDK jî daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku ew nema dikarin xwe li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin.
Mîtînga ku belavoka KCDK-E jî lê hate xwendin bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ciwanên Kurd tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û qonaxa duyemîn a kampanya "Serî hilde" silav kirin.
Ciwan bi vê armancê meşiyan. Meş bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Azadî ji Kurdistanê re" qediya.