BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 22'AN DE YE -BLOGA ZINDÎ
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kete roja 22'an. Bi bloga zindî ya ANF'ê hemû geşedanên Efrînê hûn dikarin bişopînin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kete roja 22'an. Bi bloga zindî ya ANF'ê hemû geşedanên Efrînê hûn dikarin bişopînin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku endamê navenda ragihandina wan a Kantona Efrînê Elîşêr Serhed di dema şopandina Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûye.
21:02
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gûndê Ereb Wêran ê Şerayê bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de sivîlek şehîd bû, 2 sivîl jî birîndar bûn.
19:40Li çemê Sacûr ê dikeve bakurê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û çeteyên artêşa Tirk de şer derket.
17:44Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdorî gundê Dir Belût ê Cindirês û gundê Xelîl ê Recoyê bomberdûman dike.
16:55Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û çalakiyên şervanan a rojekê ragihand.
16:19
Şervanên YPG’ê li Herêma Reco ya Efrînê balafrira artêşa Tirk a dagirker xist. Herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
15:45
Navenda Ragihandinê yaa YPG’ê dîmenên panzêrê weşand a ku li Şiyê hatibû teqandin.
15:43
Welatiyên Efrînê 14 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.
15:21
YPG'ê helîkoptêreke şer şikand, Erdogan li xwe mikur hat
Şervanên YPG'ê li gundê Qudê yê Raco ya Efrînê helîkptêreke artêşa Tirk şikand.
14:43
Li Şiyê panzêreke din a Tirkiyeyê hate îmhakirin
Li navçeya Şiyê ya Efrînê panzêreke din a artêşa Tirkiyeyê hate îmhakirin.
14:19
Li Efrînê îstasyona avê hate bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker îstasyona avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şera bombebaran kir.
14:11
Dewleta Tirk a dagirker îstasyona avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şera bombebaran kir.
Têkildarî agahiyên êrîşê heya niha ti agahiyek zelal bi dest neket. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî sîstematîk sivîl û çekerên bin erd yên girêdayî sivîlan dike hedef û sûçê şer dike.
13:47
Balefirên şer li ser kantona Efrînê digerin
Balefirên şer ên Tirkiyeyê careke din li ser Efrîn û navçeyên wê digerin.
13:10
Hêzên dagirker êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêdetir kirin. Navenda bajêr û hemû navçe dibine hedefa êrîşên hewayî û topan. Jîngehên sivîl ku di hedefa van êrîşan de ne bi rengekî sîstematîk têne bombekirin. Li derdora gundên ser sinor şerê giran hene. Hêzên Tirk û çeteyên wan derbên giran dixwin.
13:09
Li Fransayê 39 senatorên ji hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin Efrînê bang li hikumeta Fransayê kirin.
11:46
Dewleta Tirk bi obusan êrîşî gundê Musankê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan êrîşî gundê Musankê yê navenda Efrînê kir. Agahiyên zelal têkildarî êrîşê bidest neketin.
11:32
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên hewayî yên li ser taxekê ya navçeya Cindirês a Efrînê de herî kêm 200 mal hilweşand.
11:31
Diyar bû ku li derdora du gundên navçeyên Raco û Bilbilê yên Kantona Efrînê şerekî giran heye.
11:30
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya mirovî ya li Sûriyê li pêşnûmeya agirbesteke 30 rojî hûr dibe.
11:29
Balafirên şer ên Tirk jîngehên sivîl, ku bi sed hezaran mirov lê dijîn dike hedef.
Li ser Efrînê ku ji 20’ê Çile ve êrîşên dagirker li ser hene balafirên şer difirin.
Li gorî agahiyên berdest di ser Efrîn navendê û hemû navçeyên wê re ji şevê dî ve balafirên şer difirin. Ji sibehê ve jî tevgera hewayî zêdetir bûye.
11:28
11:27
11:27