Sûçê şer: Li taxekê Cindirêsê 200 mal hatin hilweşandin

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên hewayî yên li ser taxekê ya navçeya Cindirês a Efrînê de herî kêm 200 mal hilweşand.

Taxa Jêr a Cindirêsê yek ji cihên herî zêde di êrîşên Tirk de zirar dîtiye. Ji 400 malên welatiyên Kurd û Ereb herî kêm 200 mal hatine hilweşandin. Xetên avê jî zirarekî mezin dîtiye. Nûçegihanên ANHA’yê  dîmenên sûçê şer yê dewleta Tirk kirî qeyd kirin.

Ji 20'ê Çileyê ve dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk welatiyên sivîl,  jîngehên sivîlan û çêkerên bin erdê yên sivîlan dike hedef. Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de heya niha  nêzî 150 sivîl ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.