39 senatorên Fransayê ji bo Efrînê bang kirin

Li Fransayê 39 senatorên ji hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin Efrînê bang li hikumeta Fransayê kirin.

Ji bo ku êrîşa dewleta Tirk a li Efrînê di cih de bê rawestandin û artêşa Tirk xwe paş ve bikişîne 39 senatoran bang li hikumeta Fransayê kir. 17 jê ji koma sosyalîst û komarperestan, 10 jê ji komên demokrat û Ewrûpaya Civakî, 5 jê komarperest, 3 jê komînîst û ekolojîparêz, 1 ji Yekîtiya Navendî û 1 jî ji koma Meşa Komarperest a li ser desthilatdariyê bang îmze kirin. Ev bangawaziya di 30'ê Çileyê de ji aliyê Olîvîer Leonhardt ve hatiye destpêkirin, çav li bendê ye ku hê zêdetir senator tevlî vê bangawaziyê bibin.

Di bangawaziya li hikûmetê de tê diyarkirin ku di têkoşîna li hember DAIŞ'ê Kurd tifaqên herî baş ên Fransayê ne û wiha tê gotin: “Bi hezaran ji wan ji bo azadî û ewlehiya me di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan.”

Senatoran diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê êrîşî Kurdan dike, lê herêma Kurdan ti carî ji bo Tirkiyeyê nebûye xeteriyek û ti carî jî wir li hember Tirkiyeyê êrîş pêk nehatine. Di bangawaziyê de senatoran bal kişand ser xeteriya li ser jiyana 800 hezar sivîlên Kurd û Ereb û got: “Ev ne êrîşên wisa ne ku mirov erênî lê binihêrin. Mafên navneteweyî binpê dikin û ji bo aştî û îstîkrara herêmê xetere ne.”

Senatoran di bangawaziyê de gotin ku: “Parastina mirovên ku ji bo azadiya me jiyana xwe feda kirine, piştgiriya ji bo tifaqên xwe û hevalên xwe yên sîleh ên ji bo Fransayê, DYE û Koalîsyona Navneteweyî mecbûriyeteke exlaqî ye. Civaka navneteweyî vêca divê li hember vî şerê dagirkeriyê bêdengiya xwe bişkîne. Em bang li Fransayê dikin ku dengê xwe bilind bike û hemû bandora xwe ya li Konseya Ewlekariya NY û li Ewrûpayê bi kar bîne û daxwaz bike ku artêşa Tirkiyeyê di cih de xwe ji Efrînê paşve bikşîne û mudaxeleyan rawestîne.”