Endamê ragihandina YPG’ê Elîşêr Serhed li Efrînê birîndar bû

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku endamê navenda ragihandina wan a Kantona Efrînê Elîşêr Serhed di dema şopandina Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endamê çapemeniyê ya YPG’ê Elîşêr Serhet li Efrînê birîndar bûye.

YPG’ê têkildarî endamê çapemeniya xwe ev agahî parve kir.

“Hevalê me Elîşêr Serhed dema ku li eniya Cindirêsê hewil da êrîşên dagirkirina li ser Kantona Efrîn û Bakurê Sûriyê ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî dişopand, birîndar bû. Elîşêr Serhed ku bi wêne û dîmenên xwe him êrîşên artêşa dagirker ya faşîst a dewleta Tirk yên li ser sivîlan û him jî li beramber van êrîşan berxwedanî û çalakiyên şervanan di çeperên herî pêş de dişopand û bi raya giştî re parve dikir, îro li eniya Cindirêsê di encama şerê dijwar de birîndar bû.

Niha rewşa hevalê me baş e û tu xeteriyeke jiyanî nîn e.”